Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
- jin
- 20:44 15/6/2021
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li Edeneyê hevdîtin bi jinan re kir, diyar kir ku Peymana Stenbolê destkeftiya jina ye û got: "Heya peyman pêk neyê, kîjan jin jiyana xwe ji dest bide, dê berpirsiyar hikûmet be û em ê li ber edaletê hesabê her sûcî bipirsin."