Çeteleya tundiya meha îlonê ya JinNewsê: 25 jin hatin qetilkirin
- jin
- 12:30 05/10/2021
Li gorî daneyên ku JinNewsê berhevkirine, di meha Îlonê de zilaman 25 jin qetil kirine û 18 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên ku JinNewsê berhevkirine, di meha Îlonê de zilaman 25 jin qetil kirine û 18 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Jinan diyar kir ku danezana HDP’ê ya ji 11 xalan pêk tê ji bo hemû aliyên civakê xeta jiyanek nû dihûnîne û pirsgirêka kurd bi têkoşîna hevgirtî ya gelên Tirkiyê dikare were çareserkirin.
Kooperatîfa Hilberînê ya Çandiniyê ya Kîbeleyê ku sê sal berê bi keda du jinan hat avakirin, niha 50 jin lê dixebitin. Ji damezrînerên kooperatîfê Fatma Taş, diyar kir ku bi 3 çewal zebze dest bi kar kirine û niha hewl didin kooperatîfa xwe ya mezaxêriyê jî vekin.
Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinê ye” li Hewşa Oztaşê ya Hezexê şahî hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bal kişand ser êrişên li dijî jinan û got: “Divê li şûna Ezgî Mollayê kesên wekî Musa Orhan bên darizandin û cezakirin.”
Li navçeya Kepezê jinên HDP'î ku hatin gelhev, bal kişandin ser têkoşîna birêistinkirî.
Li navçeya Cindirisê ya Efrînê jina bi navê Sureya Berekat a 65 salî hat revandin.
Zilamê bi navê Serkan Î., jina bi navê Nazli Koldagûç bi amûra bibir qetil kir. Faîlê ku piştî bûyerê reviya li mala ku xwe lê veşartibû hat binçavkirin.
MGKP'ê bertek nîşanî hedefnîşandina pêşkêşvana bernameya Jin TV'yê Guler Yildiz da.
Komîsyona Girtigehan a Baroya Wanê û Şaxa OHD’ê ya Wanê, rapora têkildarî lêdana ji aliyê 20 gardiyanan a jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê dimînin, aşkera kir.
Lîstikvan Ezgî Mola, ji ber bêrêziya çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî İpek Er kir û bû sedema mirina wê hat darizandin, ceza lê hat birîn.
Berdevka Meclîsa Jinêan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran da zanîn li gor daneyên sûcên li dijî zarok û jinan tenê ji sedî 45 bersûc tên cezakirin û wiha got: "Bi rakirina Peymana Stenbolê re mekanîzmayên gilîkirinê bêkêr hatin hiştin."
Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê ragihand di 6 mehên pêşî yên salê de 50 jinan xwe kuştiye û 286 rûdanên tundiyê çêbûne.
Jinên farqînî ku amadekariya zivistanê dikin, bi zebze û fêkiyên ku li baxçeyên xwe çandine ava firingî, îsotan, rîçal, berên hişk û tirşiyê çêdikin.
Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan, diyar kir ku bi xwestina 20 cezayê girtîgehê yê ji bo rojnameger Nûrcan Yalçin nûçegîhaniya jinan tê terorîzekirin.
Di rûniştina doza aktivîsta TJA'yê Fîgen Ektî de parêzeran daxwaz kirin ku derbarê Hicran Berna Ayverdi ya îtîrafkar de lêpirsîn bê destpêkirin. Rûniştin ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin.