Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin
- jin
- 14:08 04/6/2021
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku her diçe sûcê îqtîdarê yên li dijî jinê zêdetir dibin û wiha got: "Li dijî polîtîkayên şer û tundiyê herî zêde jin têdikoşin. Herî zêde jin muxalefetiyê dikin." Tifaqa mêr a AKP-MHP'ê bi şer û kaosê li ser piya ye. Di bingeha şer û kaosê de dijminatiya li dijî kurdan û jinan heye."