Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
- jin
- 16:58 10/3/2021
Li navçeya Beylîkduzuyê jineke ku navê wê nehat zanîn bi çekê hat kuştin.
Li navçeya Beylîkduzuyê jineke ku navê wê nehat zanîn bi çekê hat kuştin.
Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê tacîzkirina li ser hesabên medya civakî ya li dijî xwe ku di demên dawî de zêde bûne eşkere kirin.
Jinên ku li dijî pergala serdest a zilam mîna her salê îsal jî, bajarên xwe bi rengê xemrî xemilandin, kelepçeyên xwe şikandin û gotin, “Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste.” Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, diyar kir ku ew ne mecbûrin ku tehemûlê vê pergalê bikin.
Li Esenyûrtê ya Stenbolê Sevcan Demîr bi awayekê biguman jiyana xwe ji dest da. Li Beyoglûyê, zilamekê bi kezabê êrişî jinek trans a penaber kir. Li Kocaeliyê jî, Ayten Erbaş, du rojan ser hev, ji aliyê Velî Erbaş ve hat îşkencekirin.
UNICEF, hişyarî da û diyar kir ku ji ber pandemiyê di nav 10 salan de dibe ku zewaca di temenê zarokatiyê de 10 milyon zêdetir bibe.
Navênda Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî ya Tûnûsê, xelat da nûçegihana NûJINHA Zihûr El-Meşreqî.
Ji bo Zîlfînûr Bakir a li navçeya Yalvaçê beriya 5 rojan ji malê derket û careke din agahî jê nehat girtin, lêgerîn dan destpêkirin.
Aktîvîsta TJA’yê Sevîm Bîçîcî diyar kir ku tevî hemû zextan jî 8’ê Adarê bi coş derbas kirine û got: “Me li qadan li qadan qîr kir ku em ê li dijî tecrîd û qirkirinê jiyana azad ava bikin. Helbet em ê vê coşê derbasî Newrozê bikin.”
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, bi wesîleya 8’ê Adarê bi navê “Fanjin” kovareke dîjîtal weşand.
Di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, bi deh hezaran jin li Helebçe, Şengal, Koyê, Çemçemal, Kelar, Qendil, Mexmûr, Reqa, Qamişlo, Heleb, Girkêlegê, Tiltemir, Girê Spî Dêrik, Heseke, Şehba, Amed, Wan, Êlih û gelek navendên din daketin qadan û bi reng û dengê xwe 8’ê Adarê pîroz kirin
Li Wanê jinên ku 8'ê Adarê bi coşeke mezin pîroz kirin, destnîşan kirin ku tenê daxwazek wan heye, ew jî şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
Bi hezaran jin li Kolana Siraselvîler a Taksîmê ji bo Meşa Feminîst a 19'an li hev kom bûn, bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Karakoyê ve meşiyan.
Bi hezaran jinên li Kolana Sakarya ya Enqereyê kom bûn, 8'ê Adarê Pîroz kirin û gotin: "Têkoşîn didome û wê bidome."
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ji girtîgehê bi boneya 8’ê Adarê peyam şand. Gokhan, di peyama xwe de diyar kir ku heta ku hesaba jinên hatine qetilkirin ne pirsin wê têbikoşin û wiha got: “8’ê Adarê jehrbira netewperest, olperest û zayendperestiyê ye. 8’ê Adarê li dijî pergala feodal berxwedan e. 8’ê Adarê serhildan e.”
Li Êlihê tevî ku polîsan meşa jinan qedexe kir jî lê jinan li qedexeyê guhdar nekir û meş li dar xistin. Jinan bi dirûşm û dovîzên xwe peyama xwe ragihandin.