Jinek li Konyayê hat qetilkirin
- jin
- 15:00 16/11/2020
Li Konyayê, zilamê bi navê Seyfûllah K., gule li Elîf Yakin barand û qetilkir. Bi qetilkirina Yakin re, di heftiya dawî de hejmara jinên hatin qetilkirin derket 12’an.
Li Konyayê, zilamê bi navê Seyfûllah K., gule li Elîf Yakin barand û qetilkir. Bi qetilkirina Yakin re, di heftiya dawî de hejmara jinên hatin qetilkirin derket 12’an.
Bîrsen Karakoyûn tevî hemû fişarên derdorê jî kar dike û di meha çile de xwe ji teqewîtbûnê re amade dike û got: “Jiyanek din mimkin e. Peyama min ji bo jinan ev e; hin bêtir wêrekî lazim e.”
TJA'yê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de, bi çalakiya xeleka xemrî jinên hatine qetilkirin bibîr anîn.
Jinên ku bi polîtîkayên siyasetmedar û zagonên mêr di çembera faşizmê de hatine dorpêçkirin û di pêvajoya ku li gelek welat û erdnîgariyên cuda heman pirsgirêkan dijîn de, ji bo “Guhertin û Azadiyê" welat bi welat li dijî pergala yekdest û serdestan di nava têkoşînê de bûn.
Aktivîsta TJA'yê Caziye Dûman anî ziman ku di çarçoveya “Em xwe diparêzin"de jin pir serwext bûne û got: "Jin, êdî bêtirs şideta tê kirin, bilêv dikin."
DAKAP’ê xwest di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navenda Amedê “Konvoya Mor” li dar bixe lê polîsan konvoyê asteng kir.
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk têkildarî kuştinên jinan raporek eşkere kir û diyar kir ku di 10 mehan de bi giştî 453 jin hatine kuştin.
Platforma Mor Sarmaşik, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, ji jinên girtî re qert şandin. Meclîsa Jinana HDP'ê û TJA yên Mêrdînê jî bi heman armancê qert şandin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û aktîvîstên TJA'yê, bi çarçoveya kampanyeya "Em xwe diparêzin" de li Mêrsînê hatin gelhev.
Di pêvajoyekê ku jin bi boneya 25’ê Mijdarê dadikevin qadan de, di rojekê de 4 jin hatin qetilkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku tundiya li dijî jinê, bi polîtîkayên desthilatdariyê re kûrtir dibe.
Endamên DAKAP’ê bi boneya 25’ê Mijdarê xwestin li Qada Deriyê Çiyê xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, lê polîsan ew asteng kirin. Jin li ser vê yekê li parkê kom bûn û çîrokên 41 jinên hatibûn qetilkirin nexwendin.
Binefser Volkan Erdem ku li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Mûglayê peywirdar e, Hafîze Gunakin ku bi pê re destgirtî bû qetil kir.
Çîlem Kiliç a li Dîkîliya Îzmîrê dijiya, ji aliyê Alper Gul ê berdabû ve hat qetilkirin.
Li Meletiyê, jina bi navê Emîne P. ji aliyê hevjînê xwe Mehmet P. yê ku ji ber tundiya lê dikir biryara dûrxistinê ji bo wî hatibû dayîn ve, hat qetilkir.
Rêxistinan jinan ragihandin ew ê di 25’ê Mijdarê de li Kadikoyê li meydanan bin.