• img

    Meclîsa Jinan a HDP'ê: Li Kurdistanê mirov tên windakirin

    • jin
    • 16:05 12/7/2020

    Meclîsa Jinan a HDP'ê li Dersîmê di çarçoveya kampanyayê de daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran diyar kir ku windabûna Gulistan Doku encama siyaseta ku li Tirkiye tê meşandin e û got: "Li Dersîmê bi mehan e jinek ciwan winda ye. Li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov tên windakirin."

  • img

    Jinên SKM’î: Jinên girtî serbest berdin

    • jin
    • 14:22 11/7/2020

    Endamên Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM) jî bi boneya jinên hatin girtin serbest berdin û operasyonên li dijî jinan bi dawi bikin daxuyanî dan. Jinan xwest hemû jinên girtî bên berdan.

  • img

    Peymana Îstanbulê pêk bînin û sûcê îstîsmarê efû nekin

    • jin
    • 14:04 11/7/2020

    Platforma Jinan a Li Dijî Efûya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, li 30 bajarên cuda daketin qadan û helwesta îqtîdara AKP'ê ya li dijî Peymana Îstanbul şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên jinan xwestin bi awayekî bê kêmasî Peymana Îstanbulê têxin meriyetê û dawî li sûcê îstîsmarê bînin. Jinan xwest kesên sucê îstîsmarê kirine neyên efûkirin.

  • img

    Jin wê ji bo Dokûyê li Dersimê bin

    • jin
    • 09:11 11/7/2020

    Jinên HDP'ê wê sibê fînala kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derî ye" li Dersimê ji bo Gulîstan Dokûyê li dar bixin. Hevseroka HDP'a Bajêr Nûrşat Yeşîl, ji bo tevlîbûnê bang li jinan kir.

  • img

    'Bi peymana Îstanbulê wekheviya jinan dikin armanc'

    • jin
    • 11:38 10/7/2020

    Aktîvîsta femînîst Bernîn Sonmez, bal kişand ser tundî û îşkenceya li dijî jinan û anî ziman ku polîs li qereqolê heta ji CÎMER'ê fermanê negirin nikarin tev bigerin û wiha got: "Bi betalkirina Peymana Îstanbul wekheviya jinê dikin armanc.

  • img

    Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin

    • jin
    • 15:11 09/7/2020

    Platforma Jinan a Li Dijî Efoya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan 103 a TCK’ê, wê roja Şemiyê li dijî afoya îstîsmarkarên zarokan û guhertina Peymana Stenbolê dakeve qadan. Jin wê di vê çarçoveyê de li ber deriye Meclîsê çalakiya xwe dewam bikin.

  • img

    Walî ji xwişka Doku re got: Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be

    • jin
    • 10:18 09/7/2020

    Xwişka Gulîstan Doku Aygul Doku, diyar kir ku Waliyê berê Tuncay Sonel ji wan re gotiye, “Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be” û got: “Dozgerê me pê re hevdîtin kir jî, ji me re got, li sedî 99 Gulîstan di bendavê deye. Lê ligel vê yekê jî xebatên lêgerînê hatin rawestandin.”

  • img

    'Em ê li dijî îşkenceyê îsyana xwe mezin bikin’

    • jin
    • 09:24 09/7/2020

    Jinên Wanê diyar kirin ku îşkence û girtina aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn hatiye kirin li dijî her kesî pêk hatiye û ew ê li dijî îşkenceyê û girtinan rêxistinbûyîna xwe mezin bikin.

  • img

    Li Panosê Xeta Mor vebû

    • jin
    • 10:24 08/7/2020

    Şaredariya Panosê, ji bo jinên li navçeyê xwe rast e rast bigihînînê Xeta Mor ji xizmetê re vekir.

  • img

    'Sitargeh û dewlet jinan naparêz in’

    • jin
    • 10:17 08/7/2020

    Dildara Sîwana Mor Ayşegul Ozadak kuştina Zeynep Topal nirxand û diyar kir ku dewlet û sitargeh ne jinan zilam û zîhniyeta wan diparêz in û eşkerekirina cihê sitargehê li gorî qanûnan sûc e.

  • img

    Yuce: Têkoşîna jinan ne di avahiyan de ye, li qadane

    • jin
    • 09:17 08/7/2020

    Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, diyar kir ku dewlet, bi armanca têkoşîna jinan ji holê rake, li rêbazên îşkenceyê dide û got: “Em ê bi hevre têkoşîna xwe ya jinê ya li dijî êrîşan mezintir bikin.”

  • img

    Rojbîn Çetîn piştî îşkenceya 12 rojan girtin

    • jin
    • 16:52 07/7/2020

    Dadgerê Cezayê Sulhê ya Nobedar, der barê Aktîvîsta TJA'yê û Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn ku polîsan 12 roj berê bi îşkenceyê ew binçav kiribûn, biryara girtinê da û şand girtîgehê.

  • img

    Şîraz Hemo: Rola jinan di şoreşê de sereke ye

    • jin
    • 14:53 07/7/2020

    Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo, bal kişand ser rola jina Kurd û êrîşên li dijî jinan û got: “Rêxistinkirina jinan ên li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê, ji hemû jinên cîhanê re bûye minak û lêvegerek. Rola jinan di şoreşê de sereke ye. Ji ber ji rêxistinbûna jinan ditirsin, wan dikin hedef. Em bang li jinên li bakur Sûriyê dikin ku destekê bidin hev.”

  • img

    Jinên ku wezaretê dagir kirin daxwaza ‘ewlehiyê’ kirin

    • jin
    • 14:12 07/7/2020

    Jinên endamên Kirkyama û FemînAmfiyê, li dijî derketina Tirkiyeyê ya ji Peymana Senbolê, Miduriyeta Bajar a Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê dagir kirin û pankart lê daleqandin.

  • img

    Şaredariya Giyadinê dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir

    • jin
    • 11:39 07/7/2020

    Şaredariya Giyadinê, bi armanca îstîhdama jinan, dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir

LÊGERÎN