Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
- jin
- 15:46 04/3/2020
Jinan di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de li gelek navendan çalakî û şahî li dar xistin.
Jinan di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de li gelek navendan çalakî û şahî li dar xistin.
Yek ji bajarên ku bûye rawestgeha penaberan, bajarê Wanê ye. Penaberên ku ji Afganîstan, Pakîstan û Îranê tên Tirkiye û derbasî Ewropa dibin ewil berê xwe didin wanê û li vir bi cih dibin. Endama Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê Prz. Jiyan Ozkaplan, diyar kir ku ev penaberên ji şer û tundiyê direvin, di rêde rastî tundiyê tên û wiha got: "Herî zêde jin rastî tundiyê tên. Li welatê xwe davêjin stara wan jî rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên."
Li Dersimê, çawişên pispor ku li ber wargehên xwendekarên jin cirîdan davêjin, tacîz û tecawizê xwendekaran dikin û ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin dikin jî dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'.
Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li gelek navendan çalakî û şahî hatin lidarxistin. Parlamenter Feleknas Ûca di şahiya li Erdîşê de axivî û got: "Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê divê em di 8'ê Adarê de li qadan bên gel hev."
Jinên ku ji bo debara xwe û malbata xwe bikin hem li nav erdan, hem jî li fabrîkeyan dixebitin, mafê wan ê sîgorte, ewlehiya karî û teqawidbûyînê tê binpêkirin. Jinan ku got "jiyana me perçe perçe bûye", bal kişandin ser girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî.
Heyran Xanima Dûnbelî ku dengê wê li asîmanên welêt olan dide, dengê sedsaleke ku bi hawar, lorîn û çarînên bi êş ên jinekê re dibe yek, xwe di wechê her jinekê de ji nû ve diwelidîne. Heyran Xanim, keça Kerîm Xan Kongerloy ye. Ew yek ji helbestvana bi nav û deng ya qerna 18 û destpêka qerna 19’an e.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi wesîleya 8'ê Adarê roja Jinan a Cîhanê jinên Çelê ziyaret kir. Guven, bal kişand ser rewşa şerê ku Tirkiye di navde ye û wiha got: "Em jin dikarin vî şerî rawestînin. Hêzame jinan a vî şerî rawestîne heye. Divê ji bo şer bi dawî bibe, berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe."
Jinên ku di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de daketin qadan, diyar kirin ku ewê ji bo jiyan, beden, ked, maf û aştiyê li qadan bin. Jinên ku bi erbaneyên xwe derketin ser sûrên Amedê, bi tilîlî û kincên xwe yên reng û reng 8'ê Adarê pêşwazî kirin.
Li Erxeniyê şahiya 8’ê Adarê ya jinan ji aliyê qeymeqamiyê e hat qedexekirin. Hevşaredara Erxenî Meryem Yildiz bertek nîşanî biryarê da û got qedexe li dijî şikandina îradeya jinan e.
Li gorî bîlançoya tundî û qetilkirinên jinan ên di meha Sibatê ya di arîfeya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, herî kêm 22 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin.
Li Arjantînê, di encam çalakiyên jinan de Serokdewlet Alberto Fernandez, diyar kir ku ji bo kurtajê ku 100 berê hatibû qedexekirin pêşnûmeqanûnek pêşkêş bike.
Jinên ku li gel hemû polîtîkayên dijminê jinan dixebitin, diyar kirin ku têkoşîna ku li cihê kar didin, bi hêz kirine û bal kişandin ser girîngiy piştevaniya jinan.
Jin, berî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Wan û Îzmîrê di taştê de li hev kom bûn.
57 roj in xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû winda ye. Nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî, destnîşan kirin ku lêgerîna li bendavê dibe ku sirf ji bo guherandina hedefê be û xwestin, lêgerîneke dorfireh bê kirin.
Berdevka Platforma Jina ya Îskenderûnê Feyrûz Gor, anî ziman ku jin hêzê ji hev digirin û bi vî awayî têkoşîna xwe mezin kirine û got, ji bo parastina mafên xwe yê jiyanê ew ê li qadan bin.