‘Divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan dersa mecbûrî be'
- jin
- 09:23 28/9/2019
MEB'ê "Wekheviya Zayendî ya Civakî" ji nav qada çalakiyên civakî û xebatên rehberiyê derxistibûn. Seroka Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 5'an a Îzmîrê Şenay Akyol, diyar kir ku wan ji ber vê doz li MEB'ê vekiriye û got: "Divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan dersa mecbûrî be."