Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
- jin
- 19:05 09/3/2024
Jinên ku li Edene û Antalyayê daketin qadan, peyam dan ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo cîhaneke bê îstîsmar, tundî û şer bidomînin.
Jinên ku li Edene û Antalyayê daketin qadan, peyam dan ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo cîhaneke bê îstîsmar, tundî û şer bidomînin.
Platforma Jinan a Rihayê destnîşan kir ku Tirkiye di mijara cinayetên jinan de di cîhanê de yek ji welatên herî xirab e û wiha got: “Ji Rojavayê heya Filistînê, ji Efxanîstanê heya Îranê, em ê deng, gotin û çalakiya jinan mezin bikin û vê tarîtiyê bi hev re li pey xwe bihêlin.”
Jinên dersîmî, bi mitînga bi awayekî bicoş hate lidarxistin de 8’ê Adarê pîroz kir. Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû, anî ziman ku teslîmî polîtîkayên desthilatê yên çavtirsandinê nabin û got: “Em ê li Meclisê, li kolanê, li malê, li kargehê, li zeviyê bi nêrîna xwe ya jinê re têkoşîna xwe bilind bikin.”
Li Mûşê zilamê bi navê C.O. û hevalê wî, jina ku ji ber tundî lê dihate kirin çûbû mala bavê xwe, bavê wê M.Î. û kekê wê N.Î. qetil kirin.
Bi hezeran jin li Taksîmê bi dirûşmeya ‘Rizgariya me di têkoşîna femînîst de ye’ ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ pêk tînin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan ku di şahiya 8’ê Adarê ya jinan de axivî, wiha got: “Em ê bi vê coşa xwe bibin yek û bi hêza 8’ê Adarê biçin ser sidoqan ku qeyûmê dijminê jinan li vî bajarî bişînin.”
Li Qoserê jinan û kesên di mitînga 8’ê Adarê ya bi girseyî derbasbû de axivîn, îşaret kirin ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û daxwaza azadiya wî kirin.
Mitînga 8’ê Adarê ya li Qada Stasyonê ya Amedê ku bi tevlibûna bi hezaran jinan hat lidarxistin, bi dirûşma “Hezar silav ji Îmraliyê re” bi dawî bû.
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gelek bajarên Serhedê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak xwest ji bo xebatên hilbijartinê wêne bikişîne lê daxwaza wê nehate qebûlkirin.
Li navçeya Akdenîzê di şahiya ku jinan bi boneya 8’ê Adarê li dar xist de, peyama “em ê bi hêrsa xwe pergala mêr têk bibin” hate dayîn.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji şahiya 8’ê Adarê ya Wêranşarê re peyam şand û wiha got: “Wek fizîkî nebe jî dilê me bi we re ye.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê di mitînga 8’ê Adarê ya li Êlihê de axivî û got ku jinên kurd nîşanî hemû dinyayê dan bê ka jiyaneke wekhev û birûmet çawa dibe. Turkoglû, wiha got: “Em ê bi ser kevin, jin dê bi ser kevin, civak û gelên Rojhilata Navîn dê bi ser kevin.”
Namzeta Hevşaredariyê Songul Duzgun a li Depê di şahiya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate lidarxistin de axivî, wiha got: “Em peyhatiyên Berîtan, Sara û Arîn Mîrkanan e. Em ê bi hêza ku me ji hezar jinan girtiye bihêztir bin.”
Jinên ku di 8’ê Adarê de bûn yek deng, wiha gotin: “Em dest ji jiyan, maf, beden, nasname, bajar û kargehên xwe bernadin.”