Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
- jin
- 09:42 07/2/2024
Sakîne Demîr hezar û 582 kîlometreyan ji dûr hat û Meşvanên Azadiyê li cihê ku keça wê lê hatiye qetilkirin pêşwazî kir. Demîr, wiha got: "Wijdana min qebûl nekir. Min deriyê xwe qilf kir, hatim vê derê û tev li vê meşê bûm. Ev meş ji bo min pir bi wate ye. Heke tecrîd rabe dê aştî jê çêbibe."