Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê
- jin
- 17:55 03/3/2024
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiyên 8'ê Adarê de soza xurtkirina têkoşînê hat dayîn.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiyên 8'ê Adarê de soza xurtkirina têkoşînê hat dayîn.
Jinên ku li gelek bajaran xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin, diyar kirin ku dê piştevaniyê mezin bikin û têkoşîna xwe bidomînin.
Kampanyaya TJA’yê ya "Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” dê di 8’ê Adarê de bê temamkirin. Ji aktîvîstên TJA’yê Nevriye Çur anî ziman ku kampanyaya wan dê bi dawî bibe lê têkoşîna wan wê her tim bidome.
Jinên kedkarên çandiniyê yên ku di bin zexta kedxwariyê de ji bo jiyanê têdikoşin, xwestin ku jin li qadên 8'ê Adarê dengê wan ragihînin.
Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak, bi nameya ji girtîgehê şandiye xebatên hilbijaritinê da destpêkirin û got: “Em ji bo vebijêrkeke demokratîk pêşkeşî gelê Enqereyê bikin tên”
Jinên ku di çarçoveya 8’ê Adarê derketin qadan ev peyam dan: “Em ê ji kesên ku çav berdane azadiya me hesab bipirsin.”
Jinan di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê de li mezraya Sofîsalîm a navçeya Silopiyayê dar çandin.
ojnamegerên jin ên ku 12 sal berê bi JINHA'yê re mudaxileya mêrsalariyê kirin bi Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê re rêxistina xwe ava kirin. Rojnameger Bêrîtan Canozer û Roza Metîna diyar kirin ku ji bo feraseta mêrsalar û zimanê wê bi temamî biguherînin têkoşînê didomînin.
Nazîme Arvas a di 16 saliya xwe de hate zewicandin û hema bêje tevahiya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kiriye wiha bang li jinan kir: “Tu caran serî netewînin, têbikoşin. Bi têkoşînê zext dişkên.”
DAKAP’ê li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê starta çalakiyên 8’ê Adarê da û wiha got: “Em ê ji mafên xwe, ji têkoşîn, zimanê dayikê, nasname, xweza û azadiya xwe tawîzê nedin.”
Li gelek bajaran starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate dayîn. Jinan got; “Ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê ve em ê govenda herî mezin bigerînin” û banga daketina qadan kirin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ya li Êlihê di bîranîna ji bo jinên hatin qetilkirin de axivî wiha got: “Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin.”
Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a li girtîgehê aciz bû û li nexweşxaneya birinê emeliyata dil a vekirî derbas kir, didome. Keça wê Zîlan Karaguzel wiha got: “Em ê tevî raporên tenduristiyê yên dayika min ji bo înfaza wê bê sekinandin serlêdanê bikin.”
Jinên bi navê Dîlan Aslan û Fatma Aslan ên di berxwedana xwerêveberiyê ya Nisêbînê de hatin girtin, diyar kirin ku kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha bang kirin: "Em azadiya vîna xwe ya li Îmraliyê dîlgirtî pêk bînin."
Sevda Unal, ji ber ku li dijî zilamê ew tacîz kirî û gef lê xwaribû parastina cewherî kir, tê darizandin. Unal destnîşan kir ku tekane rêya têkoşîna li dijî pergala mêrsalar a ku parastina cewherî wek “sûc” nîşan dide, têkoşîn û rêxistinbûn e.