Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
- jin
- 11:03 09/6/2023
Li Amedê sercerdevan Selahattîn Umay hewl da hevjîna xwe qetil bike. Zarokê/a 13 salî dayika xwe parast û Umay birîndar kir.
Li Amedê sercerdevan Selahattîn Umay hewl da hevjîna xwe qetil bike. Zarokê/a 13 salî dayika xwe parast û Umay birîndar kir.
Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe, diyar kir ku dê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê ya li Meclisê avabûyî bisekinin û wiha got: “Li Meclisê hejmarek heye lê têkoşîn li kolanan e, wesfa me heye.
Kesê bi navê Erkan Tartuk di dema pêvajoya hevberdanê de Şule Akdenîz qetil kiribû. Di danişînê de dozger bi daxwaza muebbeta giran mutalaa amade kir.
Meclisa Jinan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk encamnameya civîna xwe eşkere kir û û gotin: "Em ê têkoşîn û rêxistinkirina xwe xurt bikin, em ê xwe biparêzin, em ê pir bibin û bi hev re ava bikin."
Jinan, anî ziman ku li dijî tabloya dijberî jinan li Meclisê ava bû dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: “Em ê dîwarên tirsê hilweşînin.”
Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Sûltan Ozcan diyar kir ku dê dakevin qada jinan û der barê hilbijartinê de pêvajoya rexne-xwerexnekirinê bi rê ve bibin û got: "Em ê mekanîzmayeke rexne-xwerexneyê ya rast bixebitînin û ber bi kongreya mezin ve biçin."
Komeleya Dema Jinê, ji bo piştevaniyê serdana MKGP’ê kir.
Jina bi navê Mansoure Segund ku bi mebesta protestokirina êrişên rejîma Îranê yên li ser gel ji polîstiyê îstîfa kir, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna Meclîsa Jinan de axivî û got: “Di Meclisê de hat dîtin ku divê em têkoşîneke pir xurt bimeşînin. Di encamên hilbijartinê de ji sedî 50’ê kesên ji vê desthilatdariyê re gotin na, piştevaniya têkoşîna mafdar a jinan kir."
TJA’yê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşên ku li ser platformên medya sanal li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan tên kirin da û diyar kir ku wê li dijî zimanê mêr têbikoşe.
Li gorî rapora KCDP’ê di meha Gulanê de 40 jin hatine qetilkirin û 22 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Gulsum Yavaş a li Bodrûmê winda bûbû, cenazeyê wê li nêzî bîrek avê hat dîtin.
Hejmara meha hezîranê ya Newaya Jin bi manşeta 'Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve" derket.
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş doza ku jê dihat darizandin jê beraet bû.
TJA’yê têkildarî encama hilbijartinê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku hilbijartinên hatine kirin ne hilbijartinên rewa ne û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî pergala yekzilamî ya tarî bidomînin û bi serkeftinê tacîdar bikin.”