MÊRDÎN - Birînên şewata li gundên Şemrex û Çinarê rû dabû û 15 kes di şewatê de miribûn, hê jî nehatine kewandin. Şêniyên gundê Kelekê diyar kirin ku xesara wan nehatiye safîkirin û xwestin ji berpirsiyaran hesab bê pirsîn.
Li gundên bi ser navçeya Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê ve di 20’ê hezîranê de şewat derketibû û ev şewat bûbû sedema mirina 15 welatiyên li gundan. Hat diyarkirin ku Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji ber ku têl û dîrekan tamîr nekiriye, şewat ji ber xetên ceyranê rû daye û di vê şewatê de jî nêzî hezarî jî heywan mirin. 20 hezar dekar jê zeviyên çandiniyê û bi giştî 55 hezar dekar qad şewitî. Piştî şewatê li gundan lêkolîn hatin kirin û rapor hatin amadekirin. Di çarçoveya lêpirsîna der barê şewatê de hatibû destpêkirin, rapora pispor jî hat amadekirin. Di pêşrapora ku dozgeriyê amade kiribû de hat diyarkirin ku şewat ji ber xetên ceyranê ku aydî DEDAŞ’ê ne rû daye. Lê belê heta niha jî tu pêşketin di lêpirsînê de çênebûye.
PIŞTEVANIYA RÊXISTINÊN SIVÎL Û XELKÊ DERKET PÊŞ
Piştî şewatê banga “Herêma Afetê” ragihîne li hikûmetê hat kirin. Hikûmetê piştî şewatê di 8’ê tîrmehê de bersiv da bangên ji bo ragihandina herêma afetê û ev herêm wek “"Herêma Afetê" ragihand. Hat diyarkirin ku bi tevahî 55 milyon lîre ji herêmê re hatiye razandin. Di nava 51 rojan de hevgirtina gundiyan, saziyên sivîl û dilxwazan derket pêş û bû mînak.
KESEK HÊ JÎ LI NEXWEŞXANEYÊ TÊ TEDAWÎKIRIN
Li gel kesên di şewatê de miribûn jî nêzî 70 kesî jî birîndar bûbûn. Abdulrezak Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû hê jî li nexweşxaneyek Rihayê tê tedawîkirin. Malbat li bendê ne ku demildest karûbarên lêpirsînê temam bibe û dixwazin daxwazên wan ên edaletê were bicihanîn.
Şêniyên gundê Kelekê ya bi ser navçeya Şemrexê ve ku şewat lê rû dabû, diyar kirin ku li gund jiyana tevizî ye û xwestin berpirsiyar bên cezakirin.
‘XESARA ME NEHAT SAFÎKIRIN’
Davut Demîr ê ku di şewatê de birayê wî (Hasan Demîr) jiyana xwe ji dest da û birayê wî din (Abdulrezak Demîr) jî birîndar bû, diyar kir ku heta niha jî zirara wan nehatiye safîkirin û got: “Em diçin Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr, me rê dikin AFAD’ê. Em diçin AFAD'ê û me dişînîn Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr. Piştgiriya ku wan heta niha pêşkêş kirine, tenê beşeke biçûk a ziyanên safî dike. Jiyana li gund bi temamî rawestiyaye. Gundî nikarin kar û barên xwe bikin. Ji ber êşa ku dikişînin kes naxwaze bişixûle jî. Dest û lingên me bi hev ve hatine girêdan. Me îsal ne ka û ne jî ceh ji bo heywanên xwe hewand. Em nizanin dê heta meha cotmehê çi bê kirin.”
‘BILA SER DOZÊ NEYÊ GIRTIN’
Demîr diyar kir ku piştî “Herêma Afetê” hat ragihandin jî tiştek nehatiye kirin û wiha axivî: “Ji bilî desteka ku ji bo malbatên qurbaniyan hat razandin, wekî din tiştekî din nehatiye kirin. Yên ku alîkariyê kirine rêxistinên sivîl û dilxwaz in. Ji bilî wê tiştek din nehat kirin. Me ji bo dozê parêzer girtin lê belê heta niha tiştek zelal li holê nîne. Gundî dixwazin ku zirarên wan bên safîkirin û ser dozê neyê girtin. Em dibêjin gerek ser dozê neyê girtin. Em edaletê dixwazin. Em zilm û neheqiyê naxwazin. Heke ev bûyer li bajarên Tirkiyeyê pêk bihata wê dewlet ji bo wan seferber bûbûya. Lê dema mesele dibin kurd her kes kerr û kor dimîne.”
‘ME DIXAPÎNIN’
Ferhat Devîren ê ku birayê wî Sînan Devîren jiyana xwe ji dest dabû jî wiha got: “Birîna me hê wek roja ewil e. Êş û jana me didome û aş nabe û em nikarin ji bîr bikin. Ez ji ber vê tofana ku hatiye serê me nikarim karekî bikim. Ji bilî xelkê me kesî alîkarî nekir. Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr tên gund gelek tiştan dibêjin lê tenê me dixapînin. Tiştek şênber li holê nîne.”
‘DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN’
Devîren anî ziman ku ew ê xwedî li doza xwe derkevin û got: “Çi dibe bila bibe em ê dest jê berneedin. Ev çil pêncî sal in xetên ceyranê nehatine guhertin. Piştî şewatê jî hê jî mîna xwe ne. Bila werin hemû dîrek, têl û trafoyan biguherînin ku carek din tiştekî wisa neqewime. Bila DEDAŞ were tamîrê bike. Kî berpirsiyar be bila hesab bidin.”
‘NE DEWLET NE JÎ AMBULANS HATIN’
Mevlude Demîr a ku du kurên wê Mezhel û Nûrî di şewatê de canê xwe ji dest dan jî diyar kir ku ji roja şewat derketiye û vir ve ew hê di nava şînê de ne û wiha got: “Dest û lingên me şikiyan e. Hêviyên me şikestin e. Em digirîn… Zarokên min, erdê me, traktora me, sondaja me û boriyên me şewitîn. Ez bi tena serê xwe mam. Ne dewlet, ne ambulans ne jî helîkopter hat. Birîndar û miriyên me rakirin Amed û Mêrdînê. Li van deran jî unîteya şewatê nîne. Gelo ev edalet e?”
MA / Ahmet Kanbal