NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li bajarê Baneyê êrişî kolberan kir. Di êrişê de 5 kolber birîndar bûn.
Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li dijî kolberan didomin. Li gorî Kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê li herêma Hengejale ya bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê êrişî kolberan kirin. Di êrişê de 5 kolber birîndar bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di encama êrişên hêzên rejîma Îranê yên sala 2024’an de heta niha 270 kolberan jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûne.