Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin

  • rojane
  • 10:44 10 Tebax 2024
  • |

STENBOL - Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî destnîşan kir ku divê biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê der barê Abdullah Ocalan de daye were bicihanîn û qanûna înfazê were guhertin. 

 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di meha îlonê de carek din bicive. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser “mafê hêviyê” biryara “binpêkirinê” dabû. Tevî ku 10 sal in ev biryar hatiye dayîn jî lê Tirkiye heta niha der barê mijarê de tu gavek neavêtiye. 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Înfaza Cezayê de (CÎSST) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) , beriya civîna komîteyê, di 31’ê tîrmehê de komîteyê agahdar kirin. Di danezana agahdarkirinê de banga "guhertinên qanûnî yên pêwîst bên kirin" hat kirin.  
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) di civîna xwe ya navbera 17-19'ê îlonê de biryar da ku biryarên binpêkirinê DMME’yê dane bike rojeva xwe. Wê ev mijara “binpêkirin” ango “mafê hêviyê” jî bê rojeva civîna Komîteyê. Her wiha wê Komîte kontrol bike ka gelo biryarên binpêkirinê yên DMME dide tên bicihanîn an nayên bicihanîn. 
 
Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî 
 
'DIVÊ QANÛNA ÎNFAZÊ BÊ GUHERTIN’ 
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî serlêdana bo komîteyê axivî û destnîşan kir ku komîteyê di sala 2021'an de jî ev mijar xistiye rojeva xwe û pêvajoya kontrolê daye destpêkirin û got ku tevî pêvajoya kontrolê jî tu mueyîdeyên li hemberî Tirkiyeyê nehatin girtin. Yolerî wiha got: "Di kontrolkirina biryara ku DMME’yê daye de kêmasî hene. Ji ber vê yekê her ku diçe meyla girankirinê zêde dibe. Heke komîte li wir çavdêriyeke baştir bikira, belkî şert û merc ewqas xerab nebûna.
 
Weke ÎHD'ê di vê serlêdanê ku me bi saziyên din re kir de me bal kişand ser pergala hiqûqî û înfazê ya li Tirkiyeyê. Me pirsgirêkên girtiyên ku mafê serbestberdana bi şert û çavdêriyê ji wan re nehatiye dayîn û hin pêkanînên ku li dijî prensîba wekheviya di înfazê ne, ragihandin. Her wiha me li ser Girtîgeha Îmraliyê ya ku ji aliyê me hemûyan ve tê zanîn û asta tecrîda li wir tê meşandin fikrên xwe gotin. Gavên ku divê dewlet bavêje hatin diyarkirin. Me got divê biryara DMME’yê ya der barê Ocalan de bê bicihanîn. Divê dewlet di qanûna înfazê de guhertinan bike.”