ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 11 Tebax 2024
  • |
img
* Kampanyaya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin 10 meh li pey xwe hişt. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut got: “Heta azadiya fîzîkî pêk tê em ê paşgavê neavêjin." 
 
* Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku Dêrazor cihekî stratejîk e û xwedî çavkaniyên binerd ên dewlemende lewma dibe hedef û wiha got: “Di êrişa tiliya Tirkiye û Rûsyayê heye.” 
 
* Şêniyên navçeya Pasûr a Amedê ku li dijî projeya madenê ya Zozanên Hasandinê di çalakiyê de ne anîn ziman ku ew rê nedin projeya ku dê qadên jiyanê tune bike. 
 
* Girtî Ozan Babayîgît heke emeliyat nebe dê gurçika xwe winda bike. Dayika Babayîgît, Dîrayet Babayîgît wiha got: “Heta ku ev zilme hebe dê rewşa welêt baş nebe.” 
 
* Perwerdekarên ARÎ-DER’ê ku qursên kurdî lê didomin anîn ziman ku li pêşiya ziman xetereya herî mezin otoasîmîlasyon e. 
 
* 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dep’ê dê di roja duyemîn de bidome. (10.00-20.00) 
 
* Li Şirnexê dê têkildarî Pinar Bayrak daxuyanî were dayin. (12.00) 
 
* Xizmên girtiyan dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li eywaneke dawetan a Kocaeliyê bi karkerên tersxane û înşaetê re bê gel hev. (18.00)
 
* Li Jînartê ya li Basmane ya Îzmîrê dê fîlmê “Kürdistan'da Sis ve Gece (Li Kurdistanê mij û şev)” were pêşandan. (18.00)