STENBOL - Yek ji şahidên Pogroma 6-7’ê Îlonê ya li Stenbolê Ferîdun Dortler diyar kir ku bi destê dewletê hate kirin û wiha got: “Mudaxileyî êrişan nekirin. Berpirsyara esasî, îktîdara siyasî ya demê bû.”
Di 6-7’ê Îlona sala 1955’an de li Stenbolê li dijî kesên ne misilman êriş hatin destpêkirin. Bi ser re 69 sal derbas bûn lê hêj jî nehatine jibîrkirin. Di bûyerên 6-7’ê Îlonê de di serî de rum û ermen, malên cihûyan, kargeh, dibistan, dêr, xaç û hemû tiştên binirx hatin talankirin, şewitandin û wêrankirin.
HERÎ KÊM 15 KES HATIN QETILKIRIN
Bingeha êrişan bi nûçeya Rojnameya Îstanbul Ekspresê ya bi sernavê “Mala Ataturk a li Selanîkê ji hêla yewnana ve hate bombekirin” hate amadekirin lê piştre derket holê ku bombe ji hêla kesekî tirk ve hatiye avêtin. Lê belê bûyer veguherîn pogromê û li gorî nûçeyên rojnameyên demê, di êrişan de 11 kes hatin qetilkirin. Li gorî rapora rêxistina Helsînkî Watchê jî ev hejmar 15 bû. Her wiha li gorî daneyên fermî 30 kes, li gorî daneyên nefermî jî 300 kes birîndar bûn. Di pogromê de destdirêjî li herî kêm 60 jinan hate kirin. Lê belê gelek jinan ji ber tirsê gilî nekirin û dema ev hejmar jî tê hesibandin, nêzî 400 jin di bûyeran de rastî destdirêjiyê hatin.
4 HEZAR Û 214 MAL HATIN TEXRÎBKIRIN
Li gorî çavkaniyên fermî, di êrişan de 4 hezar û 214 mal, hezar kargeh, 73 dêr, sînagogek, 2 manastir û 26 dibistan hatin texrîbkirin. Ji kargehên rastî êrişê hatin û hatin talankirin ji sedî 59 jê yên ruman, ji sedî 17 jê yên ermenan, ji sedî 12 jî yên cihûyan bûn. Di êrişan de gorên kesên ne misilman jî hedef hatin girtin.
BACA DEWLEMENDIYÊ
Di dîroka komarê de li dijî kesên ne misilman ne tenê êriş û tundiya fîzîkî hate kirin. Yek ji gavên rê li ber van êrişan vedikir jî Baca Dewlemendiyê bû ku ji kesên nemisilman dihat standin. Baca Dewlemendiyê di 11’ê mijdara 1942’yan de kete meriyetê û jê dihat armanckirin ku milk û sermayeyê bikin tirk. Serokwezîrê demê Şukru Saracoglû, wiha digot: “Ev qanûn di heman demê de qanûna şoreşê ye. Bi bacê re dê firsend çêbibe ku ji hêla aboriyê ve em serbixwe bibin. Bi jiholêrakirina biyaniyên li ser piyasaya me serdest re em ê piyasayê bixin destê tirkan. Li dijî kesên sûdê ji mêvanperweriya me digirin lê wezîfeya xwe pêk nayinin, ev qanûn dê bi hemû tundiya xwe bikeve meriyetê.” Ji ber ku rêjeya bacê zêde bû, gelek ermen, rum û cihû koçî derveyî welat bûn.
Navenda êrişan Beyoglû bû û yek ji esnafên wê demê Ferîdun Dortler (91) têkildarî êrişan bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
DESTPÊKA ÊRIŞAN
Dortler, manşeta Rojnameya Ekspresê bi bîr xist û got “Rê li ber înfîalê vekir.” Dortler, wiha qala wan rojan kir: “Ji ewil saet derdora 14.00-15.00’an xwendekarên zanîngehê ji Cadeya Îstîklalê ber bi Taksîmê ve çûn. Lê wan tu tiştek ji kesekî re negotin. Lê înfîala xwe bi eşkereyî nîşan dan û çûn. Çendek saet piştre hinek kesên ne hêjayî Stenbolê derketin holê. Di destê wan de ço hebûn û armanca wan diyar bû. Ji wesayîtên xwe daketin, belavî nava kolanan bûn, li tabelayan dinihêrtin bê ka kî tirk e kî ne tirk e û dikan wêran kiribûn.”
Bi domdarî Dortler anî ziman ku dema koma êrişkar ji kolana wan derbas dibû, tevî 15 xebatkaran li ber deriyê dikanê disekinîn û wiha got: “Yên dihatin li dikanan dinihêrtin û derbas dibûn. Hinek kesên diketin nava hewldanê jî hebûn. Armanca wan ew bû ku wê rojê vê derê talan bikin. Di demên berê de li kolana me payerê hebû. Wê şevê kolana me nîv metreyê ji payrêyê bilindtir bû. Li vir piranî dikanên hemwelatiyên rum hebûn. Li wir her tişt diavêtin derve, dişkandin. Lewma kolan nîv metreyê ji payerêyê bilindtir bûbû. Wesayîtekê topên qumaşî girê dabûn û ji vir re derbas bû.”
'BI DESTÊ DEWLETÊ HATE KIRIN’
Dortler, diyar kir ku êriş bi destê dewletê hatin kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Dewletê tu mudaxile nekir. Ma mimkin bû ku 3 kes di dest de ço li kolanê bigere lê polîs nekare mudaxileyê bike. Ew cihê hanê (devera li hemberî kolanê nîşan dide) di demên berê de dikana şîrfiroş bû. Xwediyê wê Dodorî Cîcîrîdîz bû û li ser tabelayê navê wî hebû. Birayên min çûn ser milên hev û me ew nivîs anîn xwarê. Dodorî û malbata wî li qata jor rûdiniştin; heke biketina wê dikanê, xwedê dizane derketina jor dê li wir çi bikirana. Ev pogrom bi destê dewletê hate kirin. Berpirsyarên esasî jî îktîdara siyasî ya demê ye. Gel bi hev re dijiyan. Di 6-7’ê Îlona 1955’an de Adnan Menderes, di 1974’ê de Îsmet Înonu hebû. Gelo we qet bi rum, ermen, Levanten, mûsewî û hwd. re cîrantî kiriye? Hêj niha jî hevalên me yên li Yewnanistan, Îtalya, Îsraîlê hene ku em li ser telefonê bi hev re diaxivin. Clio; hevalê keça min ê polê bû, hevalên hev ên pir baş bûn. Dema li min digere ji min re dibêje bavo. Ev yek ji bo min şanazî ye.”
MA / Yeşîm Tukel