Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'

img

STENBOL- Civaknas Azad Bariş destnîşan kir ku wê bi "peymana ewlehiyê" ya di navbera Bexda û Enqereyê de hemû destkeftiyên kurdan hedef bên girtin û got: "Di vê de roleke mezin a PDK'ê jî heye." 

Êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistana Federe bênavber didomin. Di mehên dawî de rojnameger jî di nav de gelek kes bûn hedef. Di êrişa li Silêmaniyê de ya li ser xebatkarên Çapemeniya Azad rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Di 4-5’ê îlonê de di du êrişên cuda de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Di demeke wiha de ku êrîş zêde bûne, di 15’ê Tebaxê de di navbera Enqere û Bexdayê de peymaneke bi navê “peymana ewlehiyê” hat îmzekirin. Hêjayî gotinê ye ku peyman di 15’ê Tebaxê de, di 40’emîn salvegera yekemîn çalakiya çekdarî ya PKK’ê de hat îmzekirin. Bi peymanê re biryar hat dayîn ku di navbera her du welatan de li Başîka ku di sala 2015'an de Tirkiyeyê baregeha xwe ava kiribû, navendeke hevpar a perwerde û koordînasyonê bê avakirin. Başîqa navendeke girîng a êzdiyan e. Beriya êrişên DAIŞ’ê yên sala 2014’an, Başîqa yek ji wan bajaran bû ku êzdî lê dijiyan.
 
Civaknasê êzidî Azad Bariş peymana dawî ya "ewlehiyê" û hevkariya Tirkiye-Iraq-PDK'ê nirxand.
 
'PDK JÎ DI NAVA PROJEYÊ DE HEBÛ'
 
Bariş êrişên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê bi bîr xist û got ku tiştên wê demê qewimîn ji bo êzidiyan tê wateya "qirkirinê" û 'mirina duyemîn." Bariş da zanîn ku sedema bingehîn a fermana li dijî êzdiyan "îxaneta navxweyî ye" û bal kişand ser rola PDK'ê ya di vî warî de. Bariş got: "Beriya wê komkujiyê Barzanî, yanî 12 hezar pêşmergeyên PDK'ê li Şengalê bûn. Herî kêm bi qasî wan hêza îstîxbaratê û hêza polîsan jî li wir bûn. Beriya hefteyekê ji êzidyan re dibêjin ew ê we biparêzin û her tiştên wan ji wan distînin. Lê êzdiyan di nava lepên çeteyan de dihêlin. Roja kokujiyê hêzên xwe jî vedikişînin. Gotin, 'em ê lêbikolin û bidin ber lêprisînê.' Lê berevajî wê kirin. 10 sal derbas bûn, êzdî hê jî di konan de dimînin. Kesên rê li ber vê komkujiyê vekirin nehatin darizandin. Di nava vê de PDK jî hebû ku diviyabû êzdiyan biparêze." 
 
Bariş anî ziman ku qetlîama li dijî êzdiyan “projeyeke paqijkirina etnîkî” bûye û got ku hewl tê dayîn ku Şengalê ji "êzdatiyê" bê paqijkirin. Bariş got: "Lê belê ne Barzanî, ne Erdogan û ne jî neteweperestên ereb nikarin me ji wê axê derxînin." 
 
Bariş bal kişand ku armanca sereke ya êrişên li ser Şengalê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: "Mûsil êdî bûye bajarekî ereban. Hemû mesele ev bû. Sedema derketina DAIŞ'ê ji Mûsilê û çûna wê ya Şengalê, ew bû ku rêyê paqij bike. Armanca sereke Rojava bû. Ji lew re li Rojavayê kaniyên petrolê hene. Axirê çûn Kobanê. Hemû mesele li vir bû. Ji lew re li Şengalê têk çûn. Yanî malbata Barzanî parçeyeke vê projeyê ye. Destê malbata Barzanî di xwîna me de ye." 
 
‘PDK XWESERIYA ŞENGALÊ ASTENG DIKE'
 
Bariş anî ziman ku piştî van bûyeran êzdiyan xwestiye li ser esasê xweparastinê xweser bibin û got ku ev daxwaz li gorî qanûnên Iraqê ye. Bariş da zanîn ku PDK hewl dide pêşî li vê yekê bigire û got: "PDK û pêşmerge xweseriya wê asteng dikin. Pêşmergeyê ku berê qehreman bûn, piştî komkujiyê bûn tirsonek, firar, xayîn. De were wêneyên Mele Mistefa Barzanî yên li malên me daliqandî danexîne. Di dema êrişan de çûn xwestin wêneyên wan û PKK'ê li cem hev be. Gotin 'Em yekîtiya kurdan ava bikin.' Paşê bûn fînansorê projeyeke neqediyayî. Niha pêşmergeyên dişînin Şengalê, li be rçavê êzdiyan wekî dijminan xuya dikin." 
 
'PEYMANA EWLEHIYÊ'
 
Bariş da zanîn ku "peymana ewlehiyê" ya di navbera Bexda û Enqereyê de hatiye îmzekirin, êzidiyan jî ji nêz ve eleqedar dike û got ku bi vê peymanê hemû destkeftiyên kurdan hatine hedefgirtin. Bariş da zanîn ku tekane xala lihevkirina di navbera her çar dewletan de destkeftiyên kurdan e û wiha got: "Ne pêkan e ku ev peyman bêyî destûra Îranê pêk were. Ji bo peymana ku di sala 2020'î de hatibû çêkirin jî 9'ê Cotmehê diyar kiribûn. Li vir jî dîrokeke sembolîk hat hilbijartin. Peymana 9'ê Cotmehê jî peymanek bû ku rasterast Şengalê eleqedar dikir. Armanc ew bû ku hemû hêzên êzdî ji wir bên derxistin û ji hikûmeta navendî ya Iraqê re bê hiştin. Ev peyamn, bi ferzkirinên Tirkiyeyê tên çêkirin. Tirkiye ji dêvla dîplomasiyê, konsepta şer çêdike." 
 
‘MESELEYA SEREKE DESTKEFTIYÊN KURDAN E'
 
Bariş destnîşan kir ku konsepta navborî bi kêrî Iraqê jî tê û Tirkiye di dema muzakereyan de ji bo vîzeyan serbestî daye. Bariş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê belê Tirkiye li hemberî vê yekê serbestberdana vîzeyê da destpêkirin. Lê li vir ya pêkenok ew e ku sînorê temenî heye. Kesên di bin 15 salî û 50 salî de wê ji vê serbestiya vîzeyê sûd werbigirin. Yanî xaleke pûç e. A rast Tirkiye gêzerekî dide. Lê meseleya sereke ya Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan e. Vê jî di ser malbata Barzanî re dike. Noqteyên leşkerî yên Tirkiyeyê hene. Mesela li Başîkayê heye. Başîka, navçeya Êzdiyan e. Lewma dê ev peyman bandorê li êzdiyan jî bike. Lê Tirkiye dibêje sirf ji bo astengkirina PKK'ê wiha kiriye. Lê mafê ewlehiyê yê Iraqê? Ev tê binpêkirin. Lê wekî min got, meseleya sereke destkeftiyên kurdan e û di vir de PDK roleke mezin dilîze." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû