ENQERE- Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban ku tecrîda li Îmraliyê nirxand, îşaret bi hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan kir û got: "Muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî Ocalan e."
Li girtîgehan binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin. Pirsgirêkên wekî şewitandina înfazê, dirêjkirina dema berdanê, tundî, qedexeyên ragihandinê, lêgerîna tazî û xwenegihandina tenduristiyê li gelek girtîgehan berdewam dikin. Binpêkirinên herî giran li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê pêk tên. Ji ber ku ev 42 meh in ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li girtîgehê tên girtin, agahî nayê girtin.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban tecrîda li Îmraliyê û encamên wê nirxandin.
Kuçukbalaban diyar kir ku di nava 42 mehan de ji bo biçin Îmraliyê gelek serlêdan kirine, lê belê bersiveke erênî nehatiye dayîn. Kuçukbalaban got: “Dewletê her carê guhê xwe ji van daxwazên hevdîtinê re ker kir. Dewlet, mekanîzmayên ku jê berpirsiyar esas nagire. Ji ber vê sedemê dengê xwediyên Xelata Nobelê bilind dibe û divê ev bertek li her derê bi dengekî bilind were nîşandan."
Kuçukbalaban anî ziman ku divê hemû kesên tên darizandin xwedî mafên wekhev bin û got ku divê li gorî nasname û ramanên siyasî yên mirov tevngerin.
Kuçukbalaban diyar kir ku hin kes li derî sererastkirina înfazê înfazê hatine hiştin û got: "Ev rewş, pêwîstiya darazê ya bêalîbûn, serxwebûn, edalet û wekheviyê ji holê radike. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin Îmralî xwedî statuyeke taybet e. Ji ber ku rêbazeke wê ya wisa heye. Her wiha di pêvajoya darizandinê de hin girtî tabiî hin qnaûnên taybet tên kirin an jî tên ragirtin."
BIRYARÊN BINPÊKIRINÊ YÊN DMME'YÊ
Kuçukbalaban biryara "binpêkirinê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di sala 2014'an de der barê Abdullah Ocalan de bi bîr xist û got: "Bi heman awayî der barê Boltan (girtî Civan Boltan) de jî biryarên bi heman rengî hatin dayîn. Niha 4 dosye li ber Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê ne. Komîteyê di sala 2021’ê de nirxandinek kir û vê dosyeyê nirxand. Li wir jî ev tişt ji Tirkiyeyê re pêşniyaz kir: 'Sererastkirinên qanûnî çêkin, van pêkanînên cudakar ji holê rakin.' Her wiha diyar kir ku cezayê muebbedê yê giran ne cezayek însanî ye û mafê hêviyê ji holê radike û divê di vê mijarê de sererastkirinek bê çêkirin. Ji ber ku Tirkiye welatekî Konseya Ewropayê ye, hiqûqa DMME'yê qebûl kiriye. Ne tenê ji bo Abdullah Ocalan û hevalên wî, ji bo Doza Gezî, Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala jî biryarên bi vî rengî hatin dayîn. Lê Tirkiye van pêk neanî û tu sererastkirin nekirin. Tirkiye di mijara pirsgirêka kurd, pirsgirêka demokrasî û hiqûqa navneteweyî de binpêkirinê diafirîne."
MUXATAP: ABDULLAH OCALAN
Kuçukbalaban destnîşan kir ku di dîroka komarê de aktorê ku di çareseriya pirsgirêka kurd de gavên herî nêzîk ji bo aştiyê avêtiye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Kuçukbalaban anî ziman ku muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Yanî dewlet dizane ku pirsgirêkeke bingehîn a wekî pirsgirêka kurd heye û navnîşana çareseriya wê li ku ye. Dewlet D-dizane muxatabê wê kî ye. Kurd dem bi dem vê rewşa muxatabiyê eşkere dikin."
Kuçukbalaban anî ziman ku kesên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd diaxivin hatin girtin an jî bi zextên cuda re rû bi rû man û got: "Niha di asta ku em gihaştinê de, dixwazin kurdên ku li kuçe û kolanan govendê digerînin, guh li muzîka kurdî dikin û bi kurdî diaxivin sûcdar bikin. Ev pirsgirêk hatiye asteke pir talûke. Ev jî nîşan dide ku desthilata heyî di meseleya kurd de polîtîkayeke çi qasî xarovîço esas digire. Ji lew re pêvajoya çareseriyê ji aliyê vê desthilatê ve hat birêvebirin. Lê îro veguheriye welatekî ku kesên li kuçeyê bi kurdî diaxivin tên kuştin."
'AŞTÎ MESELEYA HER KESÎ YE'
Kuçukbalaban anî ziman ku divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike û wiha dewam kir: "Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurdan e. Ev pirsgirêk pirsgirêka aştiyê ya welêt e. Pêwîst e hevdîtina bi birêz Ocalan re pêk were, hevdîtina wî ya bi malbatê û parêzeran re pêk were û deriyê çareserkirina meseleya kurd bê vekirin. Ev gaveke gelekî girîng e; divê mirov vê neke qurbana polîtîkayên hikûmetê û hin berjewendiyên siyasî yên rojane. Pirsgirêk tenê ne ya rewşenbîr, nivîskar, rêxistinên sivîl û siyasetmedaran e, pirsgirêka derdorên sosyalîst û demokrat û dîndaran e jî. Ji lew re meseleya aştiyê meseleya her kesî ye."
MA / Omer Gungor