AMED - Di lêpirsîna Narîn Guran de hin gumanbar tên parastin lê ev tên veşartin. Li gorî parêzerên ku dosyeyê teqîb dikin, di navbera windakirina Narînê de û li ser agahdarkirina windakirina wê 2 saet zeman heye û ji bo ronîkirina dosyeyê ev yek gelek girîng e.
Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çûlî yê ser bi navçeya Rezana Amedê ve hatibû windakirin. Cenazeyê wê piştî 19 rojan di 8’ê îlonê de li çemê bin gund hat dîtin. Di çarçoveya dosyeya lêpirsîna Narînê de ji 24 kesên hatibûn binçavkirin, 10 kes hatin girtin. 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û yên mayî jî piştî jêpirsîna li dozgeriyê hatin berdan.
Lê belê di lêpirsîna têkildarî bûyerê tê birêvebirin de, hê jî bi awayek zelal nehatiye ronîkirin. Di bûyerê de Nevzat Bahtiyar dibêje ku cenaze ji mamê Narînê Salîm Guran wergirtiye û biriye daniye devê çem. Di her kêliyê de îfadeyên bi nakokî yên Bahtiyar ji bo ronîkirina dosyeyê pêşketinek çênebû. Bûyer li gundekî biçûk qewimî ye. Lê tevî ku derfetên herî xurt hene jî lê bûyer nayê ronîkirin. Ev yek jî pirsên ku kujer tên parastin tîne mirovan. Li gund AKP û HUDA-PAR bi bandor e û pirsa gelo hin kes di dosyeyê de tên parastin tîne bîra mirovan.
DI PÊVAJOYA 19 ROJAN DE ÇI QEWIMÎ?
Piştî Narîn hat windakirin, li gund cendirme, AFAD, Şaredariya Amedê lêgerîn dan destpêkirin. Di lêgerînê de rastî tu şop û rêçan nehat. Di roja 8’an windakirinê de li ser îxbarekê xebat li Çemê Selmî yê li binê gund xebat hat destpêkirin. Tîmên navborî hem li bin erdê û li bin avê û li ser erdê li Çemê Selmî dest bi lêkolînê kirin.
FERMANDARÊ CENDIRMEYAN BÊDENG BÛ!
Generalê Cendirmeyan ê Amedê Selçûk Yildirim roja 28’ê tebaxê li dibistana gundê Çûliyê li navenda tevgerê ku hatibû avakirin daxuyanî da rojnamevanan. Ev fermandarê cendirmeyan ku ji xwe bawer wiha gotibû: “Ji bo Narîna me hemû derfetên dewleta me hat seferberkirin. Wê were seferberkirin jî. Xwedê kiribe qismet di demek kin de em ê xwe bigihînin Narîna xwe.” Lê belê tevî vê daxuyaniya vî fermandarî jî Narîn nehat dîtin. Selçûk Yildirim carek din jî ji bo raya giştî daxuyanî neda. Piştî vê daxuyaniya Yildirim, 12 rojan şûnve cenazeyê Narînê hat dîtin.
EWILÎ KEKÊ WÊ HAT BINÇAVKIRIN
5’emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Amedê roja 29’ê tebaxê biryar da û qedexeya weşanê danîn ser agahiyên der barê Narînê de. Heman rojê bi gumana ku şûna g ezan di milê kekê Narînê, E.G. de hene hat binçavkirin. Nehat tespîtkirin ku şûna geza aîdî kî ye û hat berdan.
Her wiha ketin û derketina gund di kontrola cendirmeyan de hat kirin. Qedexeya weşanê ji bo medyaya nêzî hikûmetê bêwate ma û bi nûçeyên derew weşanê dewam kirin.
MAMÊ WÊ HAT GIRTIN
Roja 31’ê tebaxê apê Narînê yê mixtar Salîm Guran li ser gumanê hat binçavkirin. Nimûneya DNA’yê ku li ser qoltixê texsiya Salîm Guran hat dîtin û nimûneya DNA’yê ji cil û betaniyeya Narînê hat girtin, wek hev derketin. Li ser vê geşedanê nîmûneya xwînê ji dayik û bavê Narînê jî hat girtin û şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.
Roja 2’yê îlonê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Amedê ji sûcên, “şexs ji azadiya wê bêpar hiştiye” û “kuştina bi qestî” Salîm Guran da girtin.
Piştî girtina Salîm Guran, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di resepsiyona destpêkirina sala edlî ya nû de daxuyanî da û got: “A rast daxwaz û hêviya me ew e ku em xwe bigihînin keçika me Narînê ku sax be.”
Geşedanên wek “Narîn li Wanê hat dîtin”, “Gelo şimik aîdî Narînê ye?" û “DNA’ya di texsiya mamê wê de hat tespîtkirin” kir ku berê lêgerîna li çem were guhertin.
CENAZEYÊ NARÎNÊ HAT DÎTIN
Tevî ku sê caran li Çemê Sermî lêgerîna ji bo Narînê hat kirin jî lê cenazeyê wê roja 8’ê Narînê hat dîtin. Mirin ango dîtina Narînê, Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand. Piştî dîtina Narînê ketin û derketina li gundê hat qedexekirin. Piştî cenaze hat dîtin, Walîtiya Amedê daxuyand ku Narîn piştî hatiye kuştin cenazeyê wê birine newalê. Bi dîtina cenazeyê Narînê re dayik, bav û birayê wê, mamê wê, cîranên wan û xizmên wê di nav de li gund 22 kes hatin binçavkirin.
TÊKILIYA MALBATÊ Û HUDA PAR-AKPÊ
Piştî dîtina cenaze û binçavkirina nasên Narînê, di raya giştî de bal hat kişandin ser malbatê ku nêzî HUDA PAR'ê ne. Li ser medya dîjîtal gelek parvekirin hatin kirin û hat diyarkirin ku malbat bi nêzîkbûna xwe ya HUDA PAR’ê û AKP’ê tê zanîn. Lê hin siyasetmedaran vê têkiliya malbatê red kir. Parlamenterê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû di bernameyek televîzyonê de daxuyanî da û li xwe mikûr hat ku malbata Guran dostê wan e û gotibû: “Carna hin tişt hene meriv nizane û carna jî hin tişt hene meriv dizane lê meriv nabêje, çimkî malbat dostên me ne.” Bi ser vê daxuyanî Ensarîoglû re tansiyona raya giştî derket asta herî jor û nîqaş û berteka li ser vê zêde bû. Hat wê astê ku Ensarîoglû bi paş ve gav biavêje.
HUDA PARÊ SÛC AVÊT SER ÎSRAÎLÊ
Rêveberê HUDA PAR’ê Vedat Turgut 8’ê îlonê çû ber Saziya Tiba Edlî û daxuyaniyek ku dewletên rojavayî sûcdar bike da û got: “Em misteheq in. Ev ne çanda me ne. Ev çanda Ewropa, Amerîka û Îsraîlê ye.”
AKP’IYAN DI MERASÎMA CENAZE DE BI KOMÎ WÊNE KIŞANDIN
Piştî ku cenazeyê Narînê ji ATK’ê hate wergirtin, li gundê Qereqoçê ser bi navçeya Rezanê ve wecîbeyên olî hatin pêkanîn. Dema nimêja cenaze dihate kirin parlamentera AKP’ê ya Amedê Sûna Kepoglû û jinên endamên AKP’ê bi komî wêne kişandin.
Di 8’ê îlonê de li Amedê di meşa ku bi hezaran kes tev li bûn de dirûşmeyên “Kujer Hîzbûllah hevkarê te AKP” hatin berzkirin. Li ser vê yekê HUDA-PAR û AKP’ê bertek nîşan dan. DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ji HUDA-PAR’ê re got ku “Em leza we ya veşartina berpirsyaran fêm dikin.”
8 KES HATIN GIRTIN
Pişt re li gelek bajaran qetilkirina Narîn Guran hate şermezarkirin û hate xwestin ku li Galîp Ensarîoglû bê guhdarîkirin. Nevzat Bahtiyar ê di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin, anî ziman ku ji apê Narînê 200 hezar lîre girtî ye, Narîn xistiye tûrikekê û xistiye nava avê. Bahtiyar piştî vê yekê ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Ji 22 kesên di bin çavan de dayika Narîn û kekê wê jî di nav de 8 kes piştî 4 rojan an ku îro hatin girtin. Di çarçoveya van hemû geşedanan de dema li dosyayê tê nêrîn hin xisûsên binakok û di hişê mirov de pirsenîşanan dihêlin balê dikişînin ser xwe.
‘2 SAETÊN KRÎTÎK’
Parêzerên endamên Baroya Amedê ku di çarçoveya lêpirsîna dosyeyê de bi ketina îfadeyên gumanbaran pêvajo şopandin, bal kişandin ku ap Selîm Guran di dema saeta dîtina Guran a dosyayê de agahî dide ku Narîn Guran winda bûye. Parêzeran destnîşan kirin ku Guran herî dawî saet di 15.17’an de hatiye dîtin lê ap Salîm Guran windakirina Narîn Guranê weke saet 17.40 nîşan dide, aşkerekirina van her du saetan xisûseke girîng e.
‘FAÎL LI HOLÊ NÎNE’
Dîsa parêzer qebûl dikin ku dema hemû îfade bi temamî bên lêkolînkirin, ji bilî îfadeya Nevzat Bahtiyar tu tespîtên ku fail nîşan didin nayên dîtin. Parêzeran diyar kir ku ev îfade tenê îşaretî ap Salîm Guran dike û ev tişt got: “Ap weke faîl tê nîşandan. Nevzat Bahtiyar, weke şirîkê dayika Narîn û kekê wê xuya dike. Kesên din ên ji ber ji holêrakirina delîlan hatin girtin dê di demekî nêz de bên berdan. Ji aliyê dayik û kekê wî ve delîl tune ne. Muhtemelen dê di danişîna yekemîn a duyemîn de bên berdan.”
HEKE NEVZAT BAHTIYAR DEST JI ÎFADEYA XWE BERDE?
Parêzeran destnîşan kir ku heke Nevzat Bahtiyar di pêvajoyên lêpirsînê yên pişt re de bibêje “Min di bin zextê de îfade da an jî ez tirsiyam ji bo ku jê xelas bibim min wiha got” dibe ku rewşeke ku faîl li holê nemînin jî derkeve holê û gotin: “Hewl didin hin tiştan veşêrin.”
Parêzeran her wiha diyar kirin ku divê axaftina kurdî ya di navbera Selîm Guran û karker de bi awayekî zelal bê deşîfrekirin û agahiyên ku dane televîzyonê ne wek agahiyên raporê ne û zimanê kurdî kêm hatiye wergerandin.
Parêzeran bi lêv kirin ku ew fêm nakin ku çima ev lêpirsîn li ber çavên raya giştî tê birêvebirin û bi gotina “Kê çi gotiye çima hate servîskirin?” weke xelaskirina Salîm nirxandin. Parêzerên ku pirsa “Salîm çima hate parastin?” pirsîn, diyar kirin ku ji bo pêşveçûna dozê divê pêvajoya lêpirsînê baş were şopandin.
XWESTIN KU DELÎLAN JI HOLÊ RAKIN
Parêzeran diyar kirin ku her çend 19 rojan endamên malbatê yên gumanbar li hev geriyane jî, xwegihandina delîlên di dozê de zehmettir kiriye û gotin: “Bi xwestina windakirina cenazeyê Narînê re, bi rastî jî armanc dikir ku delîl bên windakirin û kiryar bêceza bên hiştin.”
KÊ AGAHÎ SERVÎS KIRIN
Dîsa parêzer mereq dikin ku kê, çima agahî ji medyaya sereke re servîs kirine. Parêzer têkildarî rewşa heyî de xwe amade dikin ku têkildarî rewşê giliyê bikin.
DAXUYANIYÊ KÊ NIVÎSAND?
Her wiha bal kişand ser daxuyaniya ku li ser navê malbata Guran ji raya giştî re hat dayîn. Dema li amadekarina daxuyaniyê tê nihêrîn îhtîmala ku ji aliyê parezerekê/î ango dewletê ve hatiye amadekirin heye. Di nameya ku malbatê nivîsandî de gotinên weke “Em nikarin bifikirin ku ferdên malbata me keça xwe bi xwe kuştine” , “Em mafên xwe yên tazmînata madî û manewî mûhafaza dikin” û “Ji bo eşkerebûna rastiyê têdikoş in” hatine gotin. Ji ber hin peyv ji madeyên qanûna ceza pêk tên îdiaya ku parêzerekî/ê nivîsîbe zêde ye.
Dîsa dema em li nameya malbatê û gotinên parlamenter Galîp Ensarîoglû yên di bernameyeke televizyonê de dinêrin û nêzîkatiya malbatê ya “Dewlet li vir e”, nêzîkatiya desthilatê ya “malbat a me ye” di nava daneyên girîng de ne ku balê dikişînin ser xwe.
MA / Mujdat Can