NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdeyî hezar û 500 parêzer û saziyên hiqûqê mohra xwe danîn binê nameyekê û ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re şandin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya li Girava Îmraliyê ya li Bûrsayê girtî ye. 42 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin û bi tecrîdek dijwar re rû bi rû hatiye hiştin. Çalakî û kampanyayên ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan li seranserî cîhanê didomin. Li gorî nûçeya ANF'ê; ji 35 welatan hezar û 524 parêzer û saziyên hiqûqê mohra xwe danîn binê nameyek ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
Bi navê kesayetên ku mohra xwe danîn binê nameyê li paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Civîn ji aliyê Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî û Demokrasiyê (MAF-DAD), Komeleya Baroya Brukselê, Enstîtuya Mafên Mirovan a Baroya Brukselê, Yekîtiya Parêzerên Ewropayê ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê (ELDH) û Sendîkaya Parêzerên Demokrat a Ewropayê (AED) ve hate lidarxistin.
Di civîna ku li Kulûba Çapemeniyê ya Brukselê pêk hat de, hate ragihandin ku ji bo pêkhatina mafê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ev hewldan hatiye kirin.
Di civînê de hate ragihandin ku hişyarî ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê re hatiye dayin û hate destnîşankirin ku rewşa li Îmraliyê ji aliyê parêzerên li cîhanê ve weke şêweyeke tecrîdê ya taybet û cihêkar tê pênasekirin.
'HIQÛQ NAYÊ NASKIRIN, HEVDÎTIN TÊNE ASTENGKIRIN'
Di nameyê de ku ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re hate şandin, hate ragihandin ku hevdîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê ya bi parêzeran re bi rengekî li dijî hiqûqê tê astengkirin.
Name di civîna çapemeniyê de hate xwendin û têkildarî astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatê re detay hatin dayin. Di nameyê de hate gotin: "Destwerdana li mafê parastinê û rewşa ragirtina hucreyê ya li Ocalan û girtiyên din tê ferzkirin, bû sedem ku rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî yên mîna ELDH, AED û Lawyers for Lawyer daxuyaniyê bidin û toreke berfireh a parêzeran nerazîbûneke rexnekirinê nîşan bidin."
Di nameyê de hate bibîrxistin ku 22'ê Çileya 2024'an 1300 parêzerên li 35 baroyên cuda qeyidkirî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, xwestin dawî li qedexeya hevdîtina parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê bê anîn û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş hevdîtinê bi parêzeran re bikin.
Di dewama nameyê de hate gotin: "Qedexeya serdana parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê, bi rengekî eşkere binpêkirina Pîvanên Standarta Herî Kêm a Têkildarî Kiryarên li hemberî Girtiyan a Neteweyên Yekbûyî ya sala 2015'an hatiye nûkirin (Pîvanên Nelson Mandela), binpêkirina pêşniyarên CPT û Qanûna Înfaza Ceza ya Tirk a bi hejmara 5275'an e. Dewlet xwedî wê berpirsyariyê ne ku bêyî li nasname û cezayê li girtî û hikumxwaran hatiye birîn, mafê wan misoger bikin.
Ev yek di heman demê de, di serî de Pîvanên Bingehîn ên 8. û 16. binpêkirina cihêkarî û mafê parêzeran e ku di Pîvanên Bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Rola Parêzeran hatiye destnîşankirin."
Hate destnîşankirin ku têkoşîna hiqûqnasên li Tirkiyeyê ya li dijî tecrîdê û binpêkirina mafê parastinê bi esasî têkoşîna ji bo bicihanîna Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û hemû mafên bi peymanên navneteweyî hatine parastin e ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî.
Di dawiya nameyê de wiha hat gotin: "Di 30'yê Nîsana 2024'an de Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a ser bi Wezareta we ve bersiv da daxwaza parlamenterên DEM Partiyê û di bersivê de hate ragihandin ku li pêşiya hevdîtina Birêz Abdullah Ocalan û mehkûmên din a bi parêzeran re ti astengî nîne. Em hêvî dikin ku hûn ê destûra hevdîtina bi Ocalan re bidin hempîşeyên me yên li Tirkiyeyê û rastiya vê agahiyê nîşanî civata hiqûqê ya navneteweyî bidin."
Parêzeran û saziyên hiqûqê di nameyê de daxwaza hevpar a ji bo serdana li girtiyên li Îmraliyê ji Wezareta Dadê re ragihandin.
DEBATY: REWŞA LI ÎMRALIYÊ GELEKÎ METIRSÎDAR E
Seroka AED'ê Helene Ddebaty di civînê de axivî û anî ziman ku ew ji nêz ve bi rewşa li Îmraliyê re eleqedar dibin û got: "Rewşa li Îmraliyê gelekî metirsîdar e." Debaty diyar kir ku bi zêdeyî 1500 îmzeyan li rewşa li Îmraliyê careke din dipirsin.
GEISWEID: DEWLET XWEDÎ WÊ BERPIRSYARIYÊ NE KU MAFAN BIPARÊZIN
Hevseroka MAF-DAD'ê Heike Geisweid jî li ser astengiyên li pêşiya hevdîtinên li Îmraliyê agahî da. Geisweid anîz iman ku pêşniyarên CPT û Qanûna Înfaza Ceza ya bi hejmara 5275'an bi rengekî eşkere hatine binpêkirin û got: "Dewlet xwedî wê berpirsyariyê ne ku bêyî li nasname û cezayê li girtî û hikumxwaran hatiye birîn mafê wan misoger bikin."
OSHINSKY: HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN
Ji Baroya Brukselê û Enstîtuya Mafên Mirovan a Baroyê Yves Oschinsky destnîşan kir ku bala wan li ser parastina mafê parêzerên li Tirkiyeyê ye û destnîşan kir ku mafê parastinê girîng e. Oschinsky peyman û hiqûqa navneteweyî yên ku mafê parastinê ewle dikin bi bîr xist û ragihand ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike. Oschinsky diyar kir ku girîng e piştgiriya li qada navneteweyî ya parêzeran û piştgiriya ji bo gelê kurd dewam bike.
SCHMIDT: DIVÊ YEKITIYA EWROPA ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE
Sekreterê Giştî yê ELDH'ê Thomas Schmidt anî ziman ku rêxistinên navneteweyî hemfikir in ku Tirkiye mafên girtiyan ji nedîtî ve tê û destnîşan kir ku parêzerên yekîtiya Ewropayê ji bo çûyîna Îmraliyê divê zextê li Tirkiyeyê bikin. Schmidt işaret bi qutkirina têkiliya bi Îmraliyê re kir û got ku aliyê dewleta Tirk pêşniyarên CPT ji nedîtî ve tê. Schmidt destnîşan kir ku ji bo derfetên hevdîtinê bêne afirandin divê hikumetên rojavayî û Yekitiya Ewropa nerazîbûnê nîşan bidin.