COLEMÊRG - Ercan Sevmez ê hevalê Nûnerê KNK'ê yê Hewlêrê Deniz Cevdet Bulbun ku di xebatên ziman, dîrok û yekitiya netewî ya kurdî de cih girt û li Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin, anî ziman ku ew mamosteyê hemû kesên li Kurdistanê bû û ew ê dest ji doza wî bernedin.
Di 18’ê Îlona 2023’yan de li Hewlêrê di êrişa li dijî avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de nûnerê KNK'ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun jiyana xwe ji dest da. Di 8’ê Mijdara 2023’yan de, 3 meh piştî qetilkirin Bulbun derketibû holê ku ji 3 kesên ku tev li bûyerê bûne 2 jê welatiyên Tirkiyeyê ne. Tetikkêşê ku Bulbun kuşt, tê derpêşkirin ku piştî qetilkirina Bulbun reviyaye Bexdayê û hê nehatiye girtin. Tevî ku 2 kesên di çarçoveya dozê de hatin girtin cezayê muebbedê li wan hat birîn jî, teşwîqkarê qetilkirinê nehatin lêkolînkirin.
JIYANA BULBUN
Bulbun, di sala 1988'an de li gundê Dêlezê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayik bû. Bulbun di sala 1994'an de ji gundê xwe derket û xwendina seretayî û navîn li Geverê û li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Beşda Endezyariya Çandiniyê xwend. Dema Bulbun diçû dibistanê, li Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) dest bi dersên kurdî kir. Piştî demekê Bulbun bû mamosteyê kurdî. Bulbun, di salên xwe yên xwendekariyê de li Komeleya Xwendekarên Welatparêz (YIDER) jî li ser ziman û dîroka kurdî lêkolîn kirin.
Bulbun, di 15'ê Sibata 2009'an de di salvegera şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bû hedefa komên nijadperest û rastî êrişeke bi kêrê hat. Bulbun, ji ber êrişê bi rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin. Bulbun beriya ku tedawiya wî biqede ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Bulbunê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat binçavkirin, şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê û ji wir jî şandin Girtîgeha Tîpa T a Mûşê. Bulbun ku piştî salekê hat berdan, perwerdeya xwe domand û di sala 2012'an de vegeriya bajarê xwe Geverê.
XEBATÊN WÎ YÊN LI SER ZIMAN Û DÎROKA KURDÎ
Bulbun ku ji sala 2012'an heta 2015'an di nava Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-KURDÎ) de xebatên xwe dewam kir, li Dibistana Seretayî ya Dayîka Uveyş ku di sala 2014'an de ji bo zarokên 6-7 salî hatibû avakirin û bi KHK'ê hat girtin, xebitî. Piştî ku di sala 2015'an de li Geverê "rêveberiya xweser" hat îlankirin, der barê Bulbun ku di heman demê de endamê Meclisa Bajêr a Demokratîk a Geverê bû, biryara girtinê hat dayîn. Bulbun ji bo ku neyê girtin, pêşî çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştî 5 salan li wir ma, çû Herêma Kurdıstana Federe. Bulbun li vir jî di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de beşdarî çalakiyên KNK’ê bû.
Hevalê Bulbun Hevserokê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Geverê Ercan Sevmez, behsa têkoşîna Bulbun kir.
‘PEYV TÊRÊ NAKIN KU MIROV BEHS AMAMOSTE BIKE'
Sevmez, der barê xebatên Bulbun de wiha got: “Mamoste Denîz bi hezkirineke mezin xwe li zimanê kurdî girt û têkoşîn kir. Di xebatên zimanê kurdî de ku di sala 2014’an de li Geverê ji aliyê Mamoste Deniz ve hat kirin, em bi xwe şahidê vê yekê bûn. Kêm kes hene ku jiyana xwe bi fedakarî ji bo ziman û têkoşîna kurdî terxan bikın û ji bo vê yekê girîngiyê bide ziman, helbest, stran û şêwaza jiyanê û di her qada jiyanê de bi cih bînın. Lê Mamoste Deniz van hemûyan di jiyana xwe de pêk anîbûn."
Sevmez, da zanîn ku Bulbun tenê bi perwerde û hîndekariya bi kurdî têr nebû, di vî warî de xebatên neteweyî jî bi girîngîdayîna ziman û dîroka kurdî meşand û got: "Mamoste Deniz hema hema her kesê ku ew nas kiriye, dilsoziya xwe ya ji bo kurdî dida hîskirin. Ji ber ku me tu carî nedîtiye ku mamoste di vê mijarê de westiyaye, dest jê berdaye an jî gazin kiriye. Ji ber vê sedemê Mamoste ji bo her kesê çi têkoşer çi ne têkoşer çavkaniya moral û enerjiyê bû. Ji bo wî pir girîngiya xwarin filan tune bû. Yekane xema wî zimanê kurdî bêtir û bilindkirina wî bû. Her kesê ku Mamoste nas kir, bêtir bi kurdî ve girêdayî bû û dixwest hîn zêdetir perwerde bibe. Ji ber vê yekê Mamoste di demeke kurt de hestên xwe li hemû Geverê belav kir. Li Dayîka Uveyş û TZP-Kurdî xebatên giranbuha meşand. Mal bi mal, gund bi gund digeriya û hewil dida ku hîn zêdetir xwendekaran mezin bike. Ne şev û ne jî roj hebû. Ji bo kurdî çi ji destê wî hat dikir."
Sevmez, diyar kir ku Bulbun di hemû qadên jiyanê de bi ahnegî tevgeriyaye û wiha got: “Ew kesekî ku teorî û pratîka wî yek bû, bi tu awayî xwe ji têkoşînê dûr nedixist. Ji bo gelê xwe her tiştî dikir. Mamoste Denîz carinan amedî, carinan mahabadî, carinan hewlêrî bû. Mamosted qet nebû xwedî kesayeteke bisînor. Dema te Mamoste didît, di şexsê wî de çar perçeyên Kurdistanê derketin holê. Ev yek bi ruhê têkoşînê yê li dijî zilm, qirkirin û înkara ziman û dîroka kurdî derket holê. Kesayetiya xwe ya aştîxwaz û demokratîk, bi zimanê xwe yê hevpar hemû gelan li xwe digirt, her ku çû li ser her kesî şop hişt. Em soz didin ku em ê têkoşîna Mamoste bidomînin û di xebatên ziman, dîrok, çand û yekîtiya neteweyî ya kurdî de ji bo wî bibin rêhevalekî baş. Em ê bibin şopdarên doza ku Mamoste pêşengtiya wê kiriye."
‘DIVÊ PDK DEMILDEST DEST JI XIYANETÊ BERDE'
Sevmez bal kişand ser rola PDK'ê ya di qetilkirina Denîz Bulbun, rojnameger û rewşenbîran de û got: "Hevkariya PDK'ê ya di van komkujiyan de birînên me zêdetir kûr dike. Ev hevkarî nayê qebûlkirin û divê demildest bê bidawîkirin. Dîrok di her warî de rastiyan dinivîse. Divê ew ji tevgerên ku dê neviyên wan şerm bikin dûr bisekinin. Divê rûreşiya li ser rûyê xwe rakin û kujerên rastî eşkere bibin."