ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN

  • rojane
  • 09:02 30 Cotmeh 2024
  • |
img
ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN 
 
* Tecrîda ku Abdullah Ocalan di 23’yê Cotmehê de bal kişand ser wê, 25 sal in berdewam dike. Ocalan di pirtûka xwe de pergala Îmraliyê wekî “pergala îşkenceyê” bi nav dike û dibêje ku ew li dijî vê têkoşîna heqîqetê dimeşîne. 
 
*  Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku “mafê hêviyê” bi guhertina qanûnî pêkan e û got: “Divê ku ‘mafê hêviyê’ nebe mijara bazariyê.” 
 
* Amadekariyên rêxistinên jinan ên ji bo 25'ê Mijdarê didomin. Endama AFK'ê Ferîde Eralp diyar kir ku wekî her sal ew ê dîsa li kolanan bin û parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen jî diyar kir ku yên ku welêt bi rê ve dibin ne xwedî îradeya xebitandina mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê ne.
 
* Parêzeran diyar kir ku girtina 19 kesên li Stenbolê îdiayek “îstîhbarî” kirine hincet  û ji ber sînordariya li ser dosyeyê heye di astek baş de parastinê nekirine. 
 
* Rojnamevan Şervan Mehmûd diyar kir ku dewleta tirk bi hedefgirtina jîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer dike û wiha got: “Bingeha hemû hincetan pûç û vala ye. Li vir gelên ku jiyana hevpar avakirine hedef tên girtin.”
 
* Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak diyar kir ku Cûdî, Gabar û Besta bi talankirina xwezayê ya di bin “ewlehiyê” de bê mirov tên hiştin, pêşkeşî şîrketan tên kirin û bertek nîşanî bêdengiyê da. 
 
* Welatiyên Wanê têkildarî bandora polîtîkayên şer a li krîza aborî axivîn û diyar kirin ku heta budçeya şer ji bo aboriyê neyê veqetandin û xerckirin dê ev krîz bidome. 
 
* Helbestvanê kurd Arjen Arî dê li ser gora xwe ya Goristana Yenîkoyê ya li Amedê were bibîranîn. (12.30) 
 
* Şaxa ÎHD’a Mêrsînê dê têkildarî Hatîce Onaranê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00) 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de biaxive. (13.00)