Li ber Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Ozer hat protestokirin

  • rojane
  • 16:00 30 Cotmeh 2024
  • |
STENBOL - Li ber avahiya Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Şaredar Ahmet Ozer hat protestokirin. 
 
Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer vê sibehê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Nerazîbûan li dijî binçavkirina Ozer berdewam dikin. Li ber avahiya Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Ozer hat protestokirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û bênavber dirûşmên, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Heq hiqûq edalet” hatin berzkirin. 
 
Cîgirên Serokê Giştî yê CHP’ê Gokan Zeybek û Ozgur Karabat di daxuyaniyê de axivîn û nerazîbûn nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan û xwestin şaredar Ozer demildest bê berdan. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.