Berwarî: Ji ber binpêkirina qada hewayî divê giliyê Tirkiyeyê bê kirin

  • rojane
  • 09:01 31 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Kamûran Berwarî got ku ger hikûmeta Iraqê gilî bike, dibe ku ketina Tirkiyeyê ya nav qada hewayî ya Iraqê were qedexekirin.
 
Hikûmeta Iraqê Îsraîlê ku di dema êrişa Îranê de qada hewayî ya Iraqê binpê kiribû, giliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir. Di giliyê de wiha hat gotin: "Hikûmeta Iraqê pabendbûna xwe ya bi serwerî, serxwebûn û pîroziya axa Iraqê piştrast dike û ji bo li dijî van binpêkirinan bitêkoşe tevdigere." Tirkiye bi salan qada hewayî ya Iraqê binpê dike. Tirkiyeyê, herî dawî di 24'ê Cotmehê de Şengalê û bejahiya navçeya Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir û bêdengiya Iraqê ya li hemberî vê yekê didome
 
Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî helwesta hikûmeta Iraqê wekî “durûtî”yê bi nav kir. Berwarî got: "Bê destûr bikaranîna qada hewayî ya welatekî din qedexe ye. Îsraîl di êrişa xwe ya li dijî Îranê de qada hewayî ya Iraqê bi kar anî. Hikûmeta Iraqê jî giliyê wê kir. Ev nerihetî ji bo parastina hin dewletên ereb sîwanek e yan ji bo parastina hin komanên navxweyî ye, nayê zanîn." 
 
Berwarî got: "Li gorî min şaşiyeke mezin e ku hikûmeta Iraqê gazinan ji Îsraîlê dike ku çima 'herêma wê ya hewayî bi kar tîne'. Bi vê helwesta xwe Hikûmeta Iraqê piştgiriya xwe ji Îranê re nîşan da. Yanî aliyê xwe diyar kir. Ji bo têkiliyên Iraq û Îsraîlê, diviyabû di şerê navbera Sûriye, Îran an dewleteke din de bêalî bûya. Ji lew re Iraq 44 sal in di nava şer de ye. Lewma şaşiyek e mezin e ku Iraq aliyê xwe diyar kir." 
 
Berwarî bal kişand ser bêdengiya Iraqê ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê û wiha got: "Qada hewayî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Federe ya Kurdistanê ji sala 1991'ê û vir ve qada bikaranîna balafirên bêmirov û balafirên şer ên Tirkiyeyê ye. Lê belê ne hikûmeta Iraqê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe li hember vê yekê îtîraz nekir û halê hazir jî bi dehan balafirên leşkerî yên Tirkiyeyê qada hewayî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Federe bi kar tînin. Çima nerazîbûna xwe ya li hemberî Îsraîlê nîşan dide, lê li hemberî Tirkiyeyê nîşan nade?"
 
Berwarî bal kişand ser wê yekê ku li Herêma Kurdistana Federe bikaranîna balafirên şer ên Tirkiyeyê qedexe ye û divê gilî bê kirin û got ku eger gilî bê kirin dê Tirkiye hem leşkerên xwe ji herêmê derxîne hem jî dê ketina balafirên Tirkiyeyê li asîmanê Iraqê were qedexekirin. .