Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hate kirin

  • rojane
  • 09:26 31 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê kir. 
 
Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ji peywîrê girt û qeyûm tayînî şûna wî kir. Di daxuyaniya Wezaretê de îşaret bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ya derbarê Ozer de kir û hate diyarkirin ku Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy weke qeyûm tayînî şûna Ozer hatiye kirin.