Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin

  • rojane
  • 13:02 9 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Navçeya Zirgan a Herêma Cizîrê ji aliyê dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ve hate bombekirin. Di êrişê de welatiyek hate qetilkirin. 

Ji aliyê hêzên paramîlîtêr ên girêdayî Tirkiyeyê ve navçeya Zirgan a Herêma Cizîra Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bombekirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); gundên Harmal û Muharemla yên girêdayî Zirganê hatin bombekirin. Di êrişê de welatiyek hate qetilkirin û Mihemed Hesen ê 45 salî û welatiyekê navê wî nehat zanîn jî birîndar bûn. 
 
Xelkê herêmê dan zanîn ku welatiyên hatin bombekirin ji Şedadê ne û dema di nava zeviyên xwe de dixebitîn hatine bombekirin. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Dirbêsiyê.