TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir

  • rojane
  • 14:28 9 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê bang li hemû gelan û rêxistinan kir ku li dijî êrişan bibin yek û piştevaniyê xurt bikin û bi ruhê şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li rex berxwedana hêzên HSD’ê cih bigirin. 

Rêveberiya TEV-DEM’ê der barê hilweşandina rejîma Baasê û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelên Suriyeyê ji destê rejîma Baas gelek êş kişandine, lewma hilweşîna rejîmê gelekî girîng e û gelên Sûriyeyê pîroz kir.
 
Bi domdarî hat gotin ku berxwedana 12’yê Adara 2004’an a li bajarê Qamişloyê li dijî komkujiya rejîma Baasê hatiye nîşandan, dîwarê tirsê hilweşandiye, hêviya azadiyê li nava gelên Sûriyeyê belav kiriye û bingeha hilweşandina rejîmê ava kiriye, lewma Kurd ji her kesî zêdetir wateya azadiyê û ketina rejîma Baas dizanin.
 
Di berdewamê de TEV-DEM’ê daxuyand ku bi qasî hilweşandina rejîma şoven, rengê sîstema ku dê li şûna wê bê avakirin jî girîng e û wiha domand: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji despêka krîza Sûriyeyê ve banga yekitî, biratî, wekhevî û avakirina civakeke demokratîk dike, bawer dike ku dê gelên Sûriyeyê re doza xwe çareser bikin û welatekî demokratîk ava bikin.”
 
TEV-DEM’ê destnîşan kir ku heke înkar û hewldanên têkbirina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên domandin, wê berxwedana dîrokî bê meşandin û şoreşa 19’yê Tîrmehê wekî mînak hat nîşandan. 
 
ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK
 
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter jî hatin şermezarkirin û hat gotin ku dewleta tirk bi êrişên li ser Minbicê ku di roja hilweşandina rejîma Suriyeyê de zêde kirin, îspat kir ku wekî rejîma Baas çareseriyê naxwaze.
 
BANG
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî û hêzên navneteweyî hat kirin ku li hemberî terora dewleta Tirk rawestin û hesab jê bixwazin. Bang li gelê gelên herêmê, partî û rêxistinan jî hat kirin ku yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin û li hemberî şerê taybet, bi ruhê şorişa “Jin, Jiyan, Azadî” li rex berxwedana hêzên HSD’ê bisekinin.