Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin

  • rojane
  • 09:14 10 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Fînce Akman a ku di dema daxuyaniya mîtînga "azadî" ya Stenbolê de rastî lêdanê hat û hat binçavkirin, bi rêya parêzerên xwe giliyê polîsan kir û doz li wan vekir. 

Ji bajarên ku nehatibû hiştin tevlî mîtînga "azadiyê" ya 13'ê Cotmehê ya Amedê bibe, yek jê jî Stenbol bû. Piştî destûra beşdariya li mîtîngê nehatibû dayîn, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xwest li Kadikoyê daxuyaniyekê bide. Lê polîsan nehişt daxuyanî jî bê dayîn û 30 kes bi lêdanê binçav kirin. 
 
Hat diyarkirin ku hinek ji kesên hatine binçavkirin rastî “taciz”, “muameleya xerab” û “tundiyê” hatine. 30 kesên ku bi îdiaya "Li dijî Qanûna civîn û cwepêşandanan a bi hejmara 2911 rabûne", "propagandaya rêxistinê kirine" û "pesnê sûc û sûcdar dane" dihatin darizandin, piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatin berdan.
 
GILIYÊ POLÎSAN KIR
 
Piştre wêneyên Fînce Akman a 57 salî ku yek ji xizmên girtiyan e, yên di dema binavkirinê da hatibû derbkirin derketin holê. Fînce Akman a ku me di nûçeya xwe ya bi sernavê "Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin" de ragihand, bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Anadolû ya Stenbolê da û giliyê polîsan kir. Di serlêdanê de hat xwestin ku polîsên di roja bûyerê de li ser kar bûne bên teşhîskirin, ji ber sûcên "Bi qestî birîndarkirin", "Îşkence", "Bi awayekî xirab bikaranîna peywirê", "Heqaret" û “Ji aliyê karmendên cemawerî ve neragihandina sûc" der barê wan de vekirina dozê hat xwestin. 
 
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku Fînce Akman beşdarî daxuyaniyê bûye, lê polîsan bêyî hincet nîşan bidin mudaxeleyî wan kiriye û piştre jî bi awayekî tund êrişî wan kirine. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku Fînce Akman demeke dirêj bi awayekî ji paş de kelemeçkirî di wesayîta binçavkirinê de hatiye sekinandin û di vê demê de heqqaret lê hatiye kirin û gef lê hatine xwarin. 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku di dema binçavkirinê de polîsan bi kirên xwe sûc pesinandine. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku Fînce Akman bi awayekî eşkere rastî tundiyê hatiye û ji ber vê hat xweston ku doz li polîsan bê vekirin.
 
MA / Omer Îbrahîmoglû