Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin

  • rojane
  • 12:10 11 Kanûn 2024
  • |
img
SÊRT - Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Durmuş û 2 ciwan di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. 
 
Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li Sêrtê di serdegirtina malê de xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Durmuş û ciwanên bi navên Mehmet Nezîr Kaplan û Yûsûf Ozbay binçav kirin. Hat zanîn ku binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê û sedema binçavkirinê nehat zanîn.