Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin

  • rojane
  • 14:48 11 Kanûn 2024
  • |
img
WAN - Şaxa OHD’a Wanê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê, serî li dadgeha Îdareyê ya Wanê da. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê ya Wanê, serî li Dadgeha Îdareyê ya Wanê da. Beriya serlêdanê daxuyanî hate dayin. Hevşaredarên Miksê Ayvaz Hazir û Nebahat Benek û Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
'ÎRADEYA GEL TÊ XESPKIRIN’
 
Hevserokê Şaxa OHD’a Wanê Mûrat Ozçîçek got ku sepana qeyûm dij-demokratîk e û ev tişt anî ziman: “Ev nêzikatiya dijdemokratîk ne tenê pirsgirêka herêmê ye, ji bo hêviyên demokratîkbûn û aştiya civakî ya tevahiya Tirkiyeyê jî gef e. Îradeya gel hatiye xespkirin. Li gel ku di doza hevşaredaran de biryareke teqez tune ye jî, qeyûm hatiye tayînkirin. Ev feraseta ku li şûna çareseriya demokratîk bi tevdîrên ewlehiyê nêzî pirsgirêka kurd dibe, mezintirîn astengiya li pêşiya demokratîkbûna welêt e. Divê dev ji sepana qeyûm berdin. Em jî dê dev ji parastina îradeya gel bernedin.” 
 
SEROKÊ BAROYÊ BERTEK NÎŞAN DA
 
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî wiha got: “Me her tim li dijî sepana qeyûm ku îradeya gelê kurd û mafê bijartin û hilbijartinê hedef digire, gotina xwe kir. Bi sala ye em dibêjin tayînkirina qeyûman veguheriye rejîmekê. Bidawîkirina van sepanan, berpirsyartiyeke hiqûqnas û rêxistinên pîşeyî yên civaka sivîl e. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê hiqûqî nîne. Weke baroyê em ê doza betalkirinê ya li Dadgeha Îdareyê ya Wanê hatiye vekirin bişopînin. Em ê berpirsyartiya xwe bi cih bînin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî serlêdan hate kirin.