Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 14:55 11 Kanûn 2024
  • |
img
ŞIRNEX – Li Hezexê di encama qezaya trafîkê de kesek mir û 7 kes birîndar bûn.
 
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di qezaya trafîkê pêk hat û di encamê de kesek mir û 7 kes birîndar bû. Wesayîta bi plakaya 07 LAL 40  ku ajokarê wê Mahmut Îsmaîl bû, di dema rêwîtiyê de lastîka pêş teqiya ket newalê. Ekîbên tenduristiyê û îtfaiye çûn cihê qezayê. Ajokar Mahmût Îsmaîl li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, 4 jê zarok 7 kesên ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn. 
 
Kesên ku birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên Hezex û Cizîrê.