HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike

  • rojane
  • 16:26 18 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter agirbesta di navbera wan de binpê kiriye û ji duh ve êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî nûçeya ANHA’yê; HSD’ê ragihand ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter agirbesta heyî binpê kirine. 
 
Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: 
 
“Tevî hewldanên aramkirinê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh û îro jî li ser gelek herêmên derdora Kobanê, Bendava Tişrînê û Eyn Îsayê berdewam kirin. Duh êvarê saet di 18.00’an de çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya hewayî ya balafirên keşfê ji 3 baskan ve êrişî herêma Bendava Tişrînê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv da. Di pevçûnan de kuştî û birîndarên wan çêbûn û neçar bûn ku ji herêmê birevin.
 
GELEK HERÊM HATIN BOMBEBARANKIRIN
 
Li herêma Pira Qereqozaqê û gundê Bîr Heso yê dikeve başûrê bajarê Kobanê, balafirên bêmirov ên artêşa Tirk saet di 23.00’an de bi 3 êrişên hewayî herêm bombebaran kir, her wiha artêşa Tirk a dagirker bi dehan moşek û top li herêmê barandin.
 
Li Eyn Îsayê, duh êvarê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hoşanê li erebeyekê xist, her wiha gundên rojhilatê Eyn Îsayê û rojavayê Girê Spî jî bi dehan topên hewanan bombebaran kirin.
 
LI BENDAVA TIŞRÎNÊ ŞEREKÎ DIJWAR HEYE
 
Îro danê sibehê komên çete bi piştgiriya hewayî û bejayî ya artêşa Tirk a dagirker, ji gelek baskan ve êrişeke berfireh li ser herêma Bendava Tişrînê pêk anî. Di van kêliyan de şerên dijwar di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de diqewimin. Li herêmê balafirên keşfê yên dagirkeran digerin.
 
HÊZÊN ME JI BO BERSIVDAYÎNÊ KETINE REWŞA BEREVANIYÊ
 
Li hemberî vê yekê û ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest binpê kir, her wiha ji ber bombarana dijwar a balafirên keşfê yên bêmirov û topbaranê, duh danê êvarê hêzên me li derdora Pira Qereqozaqê balafireke keşfê ya Bayraktar TB2 a Tirk xist xwarê. Her wiha hêzên me ji bo bersivdayîna êrişan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li Kobanê ketine rewşa berevaniyê.
 
DEWLETA TIRK AGIRBEST BINPÊ KIR
 
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbestê bi kar tînin û hewl didin êriş û planên xwe yên dagirkeriyê bidomînin û dixwazin raya giştî bi kar bînin. Ev yek ji raya giştî re pir xuya ye. Êdî pir diyar e ku bi hemû hovîtiya xwe dixwaze herêmê dagir bike û gelê wê koçber bike.”