'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'

  • rojane
  • 09:03 19 Kanûn 2024
  • |

AGIRÎ - Parêzer Azad Akbûlût da xuyakirin ku Tirkiye biryara DMME'yê ya der barê binpêkirina mafê hêviyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nas nake û got ku ev binpêkirina rêgeza qedexeya îşkence û muameleya xerab û wekheviyê ye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku cezayê muebbedê yê girankirî yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn, li dijî "qedexekirina îşkence û muameleya xerab" e ku di xala 3'yemîn a Peymana Mirovan a Ewropayê de tê binavkirin û li dijî vê biryara "binpêkriana "mafê hêviyê" da. Tevî ku 10 sal di ser biryara DMME'yê ya sala 2014'an re derbas bûne jî ku ji Tirkiye heta niha di v, warî de tu gav neavêtine.
 
Ji ber ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ji bo pêkanîna biryarê hin şert û merc danî holê, careke din derket holê ku qanûn li Tirkiyeyê wekî amûra "şantajên siyasî" tê bikaranîn. Parêzer Azad Akbûlût biryara mafê hêviyê ku bi daxuyaniyên Bahçelî ve di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de cihek berfireh girt nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye mecbûr e li gorî DMME'yê ya ku ew aliyekî wê ye tevbigere. 
 
Akbûlût bal kişand ser pêwîstiya guhertinên qanûnî yên ji bo pêkanîna biryarê û got: "Di eslê xwe de mafê hêviyê mafek e ku nîşan dide ku hêviyên azadiyê yên kesên ku cezayên heta hetayê li wan hatiye birîn zindî bihêle û baweriya ku wê rojekê azad bibe bide der."
 
 
Akbulut, bal kişand ser wê yekê ku ji bo pêkanîna mafê hêviyê divê Qanûna Îdamê (TMK) bê guhertin. 
 
Akbûlût bal kişand ser biryara DMME'yê ya li dijî Abdullah Ocalan û got: "Pêvajoya piştî biryara binpêkirinê ew e ku demildest di Qanûna Înfazê û TMK'ê de sererastkirinek bê kirin ku astengiyên li pêşiya mafê hêviyê bên rakirin."
 
Akbûlût bi bîr xist ku cezayê îdamê yê ku li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû dayîn bi qanûna bingehîn a sala 2001'ê û bi guhertinên di Qanûna Cezayê ya sala 2002'yan de bi rakirina cezayê heta hetayê veguherî cezayê giran. Akbûlût bal kişand ku ev guhertin di çarçoveya peymana lihevkirinê ya Yekîtiya Ewropayê de hatine kirin û got: "Divê Tirkiye 6'emîn Protokola Pêvekî ya DMME'yê bi cih bîne. Di vê protokolê de tê gotin ku di rewşa aştiyê de cezayê darvekirinê nayê sepandin. "
 
'PÊKANÎN KÊM IN'
 
Akbûlût diyar kir ku di cîbicîkirina biryarên DMME'yê de tu dudil nîn e, lê ji ber nepêkanîna cezayên Konseya Ewropayê, biryarên DMME'yê demeke dirêj pêk nehatine. Akbûlût bi bîr xist ku 4 biryarên ku DMME'yê Tirkiye mehkûm kir hene, der barê qedexekirina îşkenceyê û mafê hêviyê de. Akbûlût destnîşan kir ku bicihneanîna van biryaran û ji holêrakirina binpêkirinên mafan îflasa feraseta hiqûqê ya azadîxwaz nîşan dide.
 
Akbûlût bi bîr xist ku di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de pêkneanîna biryara mafê hêviyê heye û ji bo pêkanîna vê heta sala 2025'an muhlet dane Tirkiyeyê. Akbûlût diyar kir ku ger pirsgirêk neyê çareserkirin dê rewşe bi mueyîdeyan bi encam bibe. 
 
Akbûlût diyar kir ku nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexekirina îşkence û muameleya xerab û rêgeza wekheviyê ye û got: "Ev rewş li dijî rêgeza wekheviya darvekirinê nakokiyeke cidî ye. Ez wisa difikirim ku guhertinên li ser esasê mirovan di pergala înfazê ya li Tirkiyeyê de maf û rêgeza wekheviyê ferz e, kê li girtîgehan jî hewl tê dayîn bêhiqûqiyê pêk bînin. Ez weke parêzer dixwazim balê bikişînim ser tecrîdê û polîtîkayên bêcezakirinê yên ku bi destê lijneya îdare û çavdêriyê re berbelav bûne. Em hiqûqnas bi wê baweriyê tevdigerin ku ji bo ku aştiya civakî pêk were divê rêz li qanûn û mafên mirovan bê girtin."
 
MA / Mehmet Guleş