AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin

  • rojane
  • 09:20 20 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Parêzerê Bozan Karayilan ê ku piştî Dadgeha Destûra Bingehîn biryara di dosyeyê de xera kir û hat berdan, diyar kir ku dosye tenê li ser îfadeyên derewîn ên "îtirafkar" bûne û got: "Ji ber ku Bozan Karayilan birayê endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan e, ev kirin sedema cezakirinê." 

Mehmet Bozan Karayilan ê ku berê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de di 30'yê Kanûna 2019'an de hatibû binçavkirin û girtin, piştî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar da ku "mafê îfadeya şahidan di çarçoveya darizandina adîl de hatiye binpêkirin" ji aliyê dadgeha herêmî ve hat berdan. 
 
Karayilanê ku li navçeya Berêcûk a Rihayê dijî, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve di Mijdara 2019'an de hatibû destpêkirin di 27'ê Kanûna 2019'an de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Karayilanê ku ji ber îfadeyên şahidên veşarî hat tawanbarkirin, piştî îfadeya di 30'ê Kanûnê ya heman salê de hat girtin û ew şandin girtîgehê. Îdianameya ku ji aliyê dozgeriyê ve hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Rihayê ve hat qebûlkirin.
 
Parêzerê Karayilan Sedat Gozkiran
 
Di danişîna biryarê ya dozê ya 10'ê Îlona 2020'î de, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal cezayê girtîgehê li Karayilan hat birîn. Piştî biryara bihinceta hat eşkerekirin parêzerên wî dosyeyê birin Dadgeha Îstînafê. Dadgehê di biryara xwe ya di nava 15 rojan de da daxwaza Karayilan û parêzerên wî red kir û biryarê pejirand. Li ser vê yekê parêzerên wî serî li Dadgeha Bilind dan. Dadgeha Bilind di Îlona 2021’ê de serlêdanê red kir.
 
Der barê dosyeyê de ku di sala 2021'ê de ji AYM'ê re hatibû şandin, piştî 3 salan bıryar hat dayin. Li gorî vê, Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber ku şahidê veşarî yê di dosyeyê de tevî daxwazên bi israr ên parêzeran jî di tu danişînê de nehat guhdarîkirin, biryara "binpêkirina mafê îfadeya şahidan" da. Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara 23'yê Cotmehê de biryara berdana Karayilan ê girtî jî da. Dosye wê ji nû ve bê lêkolînkirin. 
 
Parêzerên ku bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn serî li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê dan, xwestin înfaz bê rawestandin û Karayilan bê berdan. Dadgeha herêmî ev daxwaz qebûl kir û di 18'ê Kanûnê de Karayilan serbest berda.
 
Parêzerê Karayilan Sedat Gozkiran destnîşan kir ku dosye ji destpêkê ve baş nehatiye meşandin û îşaret bi bêhiqûqîtiyên hatine kirin kir. 
 
Gozkiran bilêv kir ku tekane sedema cezakirina Bozan Karayilan beyanên şahid bûne û got ku lê ji ber ku birayê endamê Komîteya Rêvebir a PKK'ê Mûrat Karayilan e, ceza lê hat birîn. Gozkiran destnîşan kir ku di dosyeyê de darizandineke adil tune bûye. 
 
MA / Ceylan Şahînlî