Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin

  • rojane
  • 13:38 20 Kanûn 2024
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de axivî, bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a “Ez ji bo çareseriyê amade me” û wiha got: “Hûn nikarin li Rojava bi SÎHA û ÎHA’yan vê meseleyê çareser bikin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Enqereyê di “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de axivî. 
 
Tuncer Bakirhan, bal kişand ser gedanên li Sûriyeyê û wiha got: “Li Rojava, du hevalên me yên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku bi wênekeşên xwe li pey nûçeyan bûn û rastî dinivîsandin, hatin qetilkirin. Em vê komkujiyê şermezar dikin.”
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” û got ku Tirkiye ev sed sal e hewl dide bi rêbazên klasîk meseleya Kurd çareser bike û wiha pê de çû: “Ji Kurdan re gotin Qert- Kurt, rojnameger bi cînayetên kiryarnediyar hatin qetilkirin, siyasetmedarên digotin ‘Em Kurd in û çareseriya demokratîk dixwazin’ hatin qetilkirin, bi dehan serhildan çêbûn. Lê her tim hewl dan tune bikin û tune hesibandin. Di vê sedsalê de Tirkiyeyê her rê ceriband lê nekarî bi ser keve. Di halê hazir de 25-30 milyon Kurd dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Nekarîn Kurdên hemwelatiya wekhev dixwestin tune bikin. Li şûna polîtîkayên înkarê, divê em bi hev re pêvajoyeke ku Kurdan qebûl dike û li ser bingeha çaerseriya demokratîk bidin destpêkirin. Peyamên birêz Abdullah Ocalan ên piştî hevdîtina dawî, mîna rewşenbîran em jî bi kelecan kirin. Birêz Ocalan got; ‘heke zemîna siyasî çêbibe ez ji bo çarseriya demokratîk li vir im. Ez xwedî îrade me.’ Divê ev tecrîd bi dawî bibe.” 
 
‘OCALAN AMADE YE LÊ HÛN ÇI DIKIN?’ 
 
Bakirhan, anî ziman ku divê tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Em jî ji îktîdarê dipirsin; birêz Ocalan dibêje ‘ez amade me’ lê hûn çi dikin? Ev meseleya li Rojava bi rakirina SÎHA û ÎHA’yan çareser nabe. Bi tunehesibandina statûya Rojava ku xelkê wê bi ked û canê xwe ava kiriye, ev meseleye çareser nabe. Bi diyalog û muzakereyan çarese dibe. Dem dema çareserkirina vê meseleyê ye. Nnifteya wê li Îmraliyê ye. Gotinên Îmraliyê yên têkildarî demokrasiyê, nexşerêya wê bila gelên Tirkiyeyê jî bibihîsin, bila nîqaş bikin. Li vî welatî Kurd hene û bi gotina we ya 'tune ne’, bi girtina wan tune nabin. Bi ÎHA’yan, bi SÎHA’yan tune nabin. Divê hûn êdî vê qebûl bikin.” 
 
‘GEL ÊDÎ JI ŞER BÊZAR BÛN’
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Em dibêjin ku birêz Ocalan dikare di vê pêvajoyê de rolekî girîng bilîze. Zemîna demokratîk a li Tirkiyeyê jî guncav e. Em bangî îktîdarê dikin; ji bo di vê sedsalê de pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, tecrîdê rakin û vê meseleyê bi rêyên diyalog û muzakereyan açreser bikin. Mudaxileyî statûya Rojava nekin. Kurdên li wir, xwişk-birayên 25 milyon Kurdên li vir in. Gelên Tirkiyeyê êdî ji şer, rijandina xwînê, ji tundî û zilmê bêzar bû. Ji bo vê, ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze, em dixwazin deriyên Îmraliyê bên vekirin.” 
 
Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.