Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin

  • rojane
  • 15:37 20 Kanûn 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Li Îzmîrê beriya protestokirina bikaranîna çekên kîmyewî 23 kes hatibûn binçavkirin û danişîna ewil a dozê hat lidarxistin. Parêzeran xwestin dîmen ji dosyayê bên derxistin lê ev daxwaz hate redkirin û doz hate taloqkirin. 

Di 31’ê Cotmeha 2022’yan de li Îzmîrê dê êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk ên li ser herêmên Zap û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê û girtina Şebnem Korur Fîncanci bihata protestokirin. Lê beriya çalakiyê polîsan êrişî çalakvanan kirin û 23 kes binçav kirin. Danişîna ewil a doza ku 23 kes jê tên darizandin, li 44’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Îzmîrê hat lidarxistin. Di danişinê de 12 kesên bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û civînan” tên darizandin û parêzerên wan amade bûn. 11 kes jî tev li danişînê nebûn. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre ewraqên li dosyayê hatin zêdekirin hatin xwendin. Li gel daxuyaniya ku hatibûn binçavkirin, di heman demê de tevlibûna wan a daxuyaniya têkildarî binçavkirina nûçegihanên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) û ya têkildarî karkerên madenê yên di cînayeta kar de hatin qetilkirin jî weke sûc hatin nîşandan. 
 
'DENG Û DÎMEN BI AWAYEKÎ DERQANÛNÎ HATIN KIŞANDIN’ 
 
Kesên tên darizandin parastina xwe kirin û gotin ku wan mafê xwe yê destûra bingehîn bi kar anîne, xwestine daxuyaniyê bidin lê belê hêzên ewlekariyê bêyî wan hişyar bikin êriş kirine, tawanbariyên hatine kirin red kirin û xwestin beraet bibin. 
 
Parêzeran jî anîn ziman ku hêzên ewlekariyê deng û dîmen bi awayekî derqanûnî girtine û xwestin ji dosyayê bên derxistin. Parêzeran xwestin ku ji ber deng û dîmenan divê tu sûcdarî neyên kirin. Bi domdarî diyar kirin ku daxuyaniya çapemeniyê mafekî destûra bingehîn e û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin. 
 
Dadgehê jî biryara xwe ya navberê eşkere kir. Di biryarê de daxwaza parêzeran a ji bo derxistina deng û dîmenan a ji dosyayê red kir, xwest kesên di dosyayê de tên darizandin di danişîna din de bên amadekirin û danişîn taloqî 4’ê Nîsana 2025’ê kir. 
 
BERIYA DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ HAT DAYIN 
 
Beriya danişînê li ber Deriyê C yê Edliyeya Îzmîrê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn ê nekarin me bi zextan, binçavkirinan û girtinan têk bibin” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Binçavkirin, girtin û zext tu nikarin me têk bibin”, “bijî şoreş û sosyalîzm”, “Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Bijî berxwedana ciwanan” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê têkoşîna wan bidome.