Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 11:29 22 Sibat 2025
  • |
img

AMED- Akademîsyen û rojnameger Abdurrahîm Kiliç (55) ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Nivîskar, akademîsyen û rojnameger Abdurrahîm Kiliç (55) ji ber nexweşiya penceşêrê vê şeveqê koça dawî kir. Abdurrahîm Kiliç ev demek bû ji ber nexweşiya penceşêrê ya rovîyan dihat tedawîkirin. Kiliç ê ku li Nexweşaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîla Amedê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.
 
Hat zanîn ku wê cenazeyê Kiliç li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bê veşartin û şîna wî dê li navçeyê bê danîn.
 
DER BARÊ ABDÛRRAHÎM KILIÇ DE
 
Abdurrahîm Kiliç di sala 1970'yî de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatiye dinê. Ew demek dirêj bû karê ragihandinê dikir. Beriya Gun Radyo ya li Amedê weşanê dikir bê girtin, pêşkêşvaniyê dikir. Piştî Gun Radyo hat girtin ew li Amed Radyoyê dest bi kar kir û pêşkêşvaniyê kir. Ew di heman demê de li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê di beşa Radyo û Televîzyonê de hîndekariyê kiriye. Salên dirêj hem mamostetiyê kir û hem jî nivîs û helbestan dinivîsand û pirtûkên wî hene.