Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin

  • rojane
  • 11:32 22 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YNK’ê ragihand ku her du şandeyên danustandinê yên YNK û PDK’ê wê li Silêmaniyê têkildarî guftugokirina li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêmê kom bibin.

Berdevkê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre bi daxuyaniyekê ragihand ku biryare îro şandeyên danustandinê ya YNK û PDK’ê li Silêmaniyê têkildarî guftugokirina li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêmê kom bibin.
 
Seedî Ehmed Pîre destnîşan kir ku tîma teknîkî ya YNK û PDK’ê di dema borî de reşnivîsek wek stratejiya rêvebirina hikûmeta dema bê amadekiribûn û biryare di di civînê de guftugo li ser were kirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha 6 caran şandeya her du partiyan li ser avakirina hikûmetê lihev civiyane, lê bê encam mane. Di 20’ê Cotmeha sala 2024’an de hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin û heta niha hikûmeta dema nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn.