'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'

  • rojane
  • 12:34 22 Sibat 2025
  • |
img
ENQERE - DEM Partiyê bertek nîşanî operasyona li dijî HDK’ê da ku 30 kes hatin girtin û got: “Dest ji dozên bi dek û dolaban berdin. Hevalên me yên ku hûn bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de rehîn digirin serbest berdin.”
 
Desteya Rêveber a Navenda DEM Partiyê derbarê operasyonên qirqirinê yên li dijî HDK’ê wiha axivî:
 
“Desthilata AKP’ê her roj asta xwe ya bêhiqûqî, darbekarî, êrîşên dijminane yên li dijî hemû hêzên civakî û siyasî zêdetir dike. Ev operasyona ku li dijî HDK’ê pêk hat û di nav de endamên MYK’ê Semîha Şahîn, Mehmet Saltoglû, endamên berê yên MYK'ya me, Hevberdevka berê ya HDK’ê Esengul Demîr jî tê de 50 kes hayin binçavkirin û 30 kes hatin girtin, felaketeke hiqûqî ye. Di encama vê operasyonê de derbarê 13 kesan de biryara hepsa malê hate girtin û 7 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
 
Darazê bi vê operasyonê careke din nîşan da ku li ser navê desthilatê çalakiyên diyasî dike û hemû rêgezên hiqûqê paşguh dike. Hincetên binçavkirinê, kontrola edlî û hepsa malê ne hincetên hiqûqî ne, hincetên desthilatê ne ku dixwaze bi dek û dolaban mixalifan tasfiye bike. Biryarên hatine girtin siyasî ne, zimanê tê bikaranîn siyasî ye, hizra ku dixwazin biafirînin siyasî ye. Nivîsên dozgeriyê û biryarên hatine dayîn bi awayekî deraqilane hatine amadekirin. Sedema bingehîn a îdîayên tên kirin ew e ku dibêjin 'hûn çima li dijî desthilatdariyê xwe bi rêxistin dikin.”
 
Darazê mixalefeta li dijî desthilatê wekî sûc îlan kiriye. Ev darizandin kûmpaseke gelek mezin e. Guhdarkirinên derdorê yên bûne mijara sûcdariyê bi piranî aîdî salên 2011, 2012, 2013’an in ku ji aliyê daraz û ewlehiya FETOyê ve bi armanca xerabkirina pêvajoya çareseriyê hatine çêkirin. Ev bi awayekî derhiqûqî hatine bidestxistin. Desthilata AKP’ê dixwaze kumpasa ku şirîkê wî yê serdemê nîvco hiştî îro bindaraza xwe temam bike. Ev kûmpas li dijî 'lihevkirina bajarî' hatiye kirin ku bihevrebûna civakî û şirîkatiya siyasî dihewîne. Her wiha îdîaya ku HDK’ê di hilbinartinan de biryara ‘lihevkirina bajarî’ daye jî derewek e berbiçav e. Em careke din bibêjin ku tewanbarkirina ‘lihevkirina bajarî’ tê wê wateyê ku ‘li dijî desthilatê nebin yek, têkoşîneke hevpar nedin, bi hev re tevnegerin.’ Dixwazin bihevrebûna kurd û tirkan belawela bibe. Ev karê hişmendiyeke cudakar e. Biryara ‘lihevkirina bajarî’ partiya me daye û bi serbilindî li pişt vê biryara xwe sekiniye. Vê biryarê rê li ber wê yekê vekiriye ku li gelek deveran rêveberiyên xwecihî bikevin destê kesên nû. Loma ev operasyoneke tolhildanê ye. Îdîayên ku bi vê hişmendiyê hatine kirin, ne li dijî HDK’ê li dijî armanca bi hev re jiyana azad û wekhev êrîşeke aşkere ye.
 
Lê em dixwazin bi bîr bixin ku her rejîma zordest û yekperest dawiya xwe bi destê xwe û bi vî awayî tîne. Desthilat di nav civakê de bû sedema êşên gelek mezin û welatî ber bi bobelatekê ve dibe. Em ê nehêlin ku ev bobelat pêk were. Partiya me dê vê rewşê rawestîne.
 
Em careke din dibêjin: Dawî li dozên kûmpasê bînin. Hevalên me yên ku hûn bi awayekî derhiqûqî di zindanan de rehîn digirin serbest berdin…”