Marija Arsenkova: Ocalan û PKK’ê tişta rast kir û niha dora Tirkiyeyê ye

  • rojane
  • 09:47 19 Hezîran 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Înîsiyatîfa Jin Jiyan Azadî ya Makedonyayê Marija Arsenkova banga Abdullah Ocalan bi gotina “Dengê herî bilind ê heqîqet û aqlê selîm” nirxand û got: “Ocalan û PKK’ê tişta rast kir, lê niha dora Tirkiyeyê ye.”

Bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara xwefesixkirina PKK’ê li cîhanê deng veda. Berdevka Înîsiyatîfa Jin Jiyan Azadî ya Makedonyayê Marija Arsenkova ji Medya Nûçe TV’ê re axivî û banga Abdullah Ocalan wiha nirxand: “Li cîhana ku amadekeriya şerê nukleerî lê dibe, banga Ocalan dengê herî bilind ê heqîqet û eqlê selîm e.”
 
Marija Arsenkova, destnîşan kir dewlet nikarin midaxileyê kapîtalîzmê bikin û ev yek bi banga Abdullah Ocalan ve jî ispat bûye. Marija Arsenkova bal kişand ser banga serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û got: “Ji bo min bihîstina banga rêzdar Bahçelî û nirxandina vê firsendê nîşaneya zanyariyeke mezin e. Ji bo vê yekê divê her kes guh bide banga aştiyê ya ku Abdullah Ocalan kirî.”
 
‘DIVÊ EM PEYAMA OCALAN BELAV BIKIN'
 
Marija Arsenkova, diyar kir ku xwefesixkirina PKK’ê wek “gaveke mezin a ji bo kevneşopiya aştiyê ye” û wiha pê de çû: “Ev tenê ne di tevgera azadiya Kurd e di heman demê de guhertinek paradîgmayê ye ji bo têkoşîna şoreşgerî ya li seranserê cîhanê. Em wek piştevanên tevgera azadiya Kurd û di heman demê de wek şoreşgerên herêmî divê guh bidin vê bangê, payama Ocalan belav bikin û wateya rast bidinê. Lewre hinek kes dibe ku vê bangê wek teslimiyet an têkçûnek şer bibinin. Lêbelê divê em wateya rast bidinê.”
 
‘OCALAN TEORIYA NÛ YA RASTIYA CIVAKÊ PÊŞKÊŞ DIKE’
 
Marija Arsenkova,  diyar kir ku perspektîfa Abdullah Ocalan a ji bo Kongreya 12’mîn a PKK’ê dixwîne û destnîşan kir ku divê li ser her hevokê vê perspektîfê fikirandin û wiha direjî da axaftina xwe: “Heta niha ya ku min dît, ev name ne tenê der barê nasnemeya Kurd, tevgera Kurd û Kurdistanê ye, di heman demê de ji bo dahatûya cîhanê jî perspektîfek pêşkêş dike. Ev ne tenê analîzek siyasî an civakî ye heta ez dikarim bibêjim ku di asta der metafîzîkê ye. Bi kurtasî, Ocalan hemû zanebûna xwe, tecrubeyên xwe, pratîka xwe û têkoşîna xwe ya salan ve bi teoriyeke berfireh ji me re pêşkêş dike. Teoriya nû ya rastiya civakî-siyasî ya ku di sedsala 21’mîn de derketî ji me re peşkeş dike.”
 
‘RÊBERTIYA OCALAN JIN ANÎN VÊ ASTÊ’
 
Marija Arsenkova, destnîşan kir ku di pêşengiya jinan de serdemeke nû dest pê kir û got: “Lewre rêxistina jina ya xweser, pêşiya lêhûrbûna rastî û heqîqetê vedike. Ne wekî lîberalîzmê bi xeml û veşartinê ve na, rûbûrûnek rastîn pêk tîne. Êdî jin vê yekê dibinin û bi hev re nîqaşan dikin bi hevre rêxistin dibin û êdî ji xwe bawer in û gavên bi vî rengî diavêjin. Li gorî fikra min rêbertiya Abdullab Ocalan a salan me aniye vê astê. Niha ji bo em bikarin rêya aştiyê de bidomînin divê ew azad bibe.”
 
‘DORA DEWLETA TIRK E’
 
Marija Arsenkova, destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan di nava gelê xwe de be û ji bo Tirkiyeyê ev bang kir: “Abdullah Ocalan berpirsiyariya xwe pêk anî. PKK’ê berpirsiyariya xwe pêk anî. Niha dora dewleta Tirkiyeyê ye. Ez bangî Tirkiyeyê dikim ku lihevkirina bi civaka Kurd û ya bi PKK’ê re bicih bînin û ber bi aştiyê ve gav biavêjin. Rêzdar Ocalan a rast pêk anî. PKK’ê a rast pêk anî. Niha dor a Tirkiyeyê ye. Li gorî min, ji ber ku rêzdar Abdullah Ocalan me ji xetere û hovîtiya kapîtalîzmê xilas kir û rê nîşanê me da, ez spasdar im.”