Çetîn Arkaş ê ku 6 caran rapora ‘başhaliyê’ wergirtibû dîsa tehliyeya wî hate astengkirin

  • rojane
  • 10:34 19 Hezîran 2025
  • |
img
STENBOL - Çetîn Arkaş ê ku di sekreteryaya Îmraliyê de cihgirtibû, rexmê Lijneya Îdare û Çavdêriyê 6 caran rapora ‘başhaliyê’ dabûyê jî careke din tehliyeya wî hate astengkirin. 
 
Çetîn Arkaş, li Girtîgeha Marmarayê (Silîvrî) tê ragirtin û di salên 2013-2015’an di “Pêvajoya çareseriyê” de di Sekreteryaya Îmraliyê de cih girtibû. Tehliyeya Arkaş, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
 
Lijneya Îdarî û Çavdêriyê di 16'ê Hezîranê de têkildarî Arkaş ê ku tehliyeya wî heta niha 8 caran hatiye nirxandin û di 6 caran de weke "başhalî" hatiye nirxandin, civiya. Lijneyê, der barê Arkaş de rapora ‘başhaliyê’ da. Di raporê de hate diyarkirin ku Arkaş derneketiye pêşberî lijneyê û ji bo vê daxwazeke wî çênebûye û hate îdiakirin ku "zimanê rêxistinê bi awayekî veşarî bi kar aniye" û "di nêzikatiyên wî de gotinên manîpulatîf hene." Bi van hincetan jî tehliyeya Arkaş ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Parêzerên Arkaş dê li dijî biryara lijneyê îtîrazê bikin. 
 
Tehliyeya Arkaş, di 14’ê Hezîrana 2024’an de ji ber hinceta “nebaşhaliyê” ji bo 6 meh hatibû taloqkirin. Di Kanûna 2024’an de Lijneyê ji bo 6 mehan tehliyeya wî taloq kiribû, lijneyê ji bo tehliyeya Arkaş binirxîne birayra civînê avêtibû 16’ê Hezîrana 2025’an. 
 
Tehliyeya Arkaş di 14'ê Hezîrana 2024'an de bi hinceta "nebaşhaliyê" ji bo 6 mehan hatibû taloqkkirin. Di Kanûna 2024'an de lijneyê dîsa biryara taloqkirina tehliyeya Arkaş ji bo 6 mehan da. Lijneyê biryar dabû ku rewşa Arkaş di 16'ê Hezîrana 2025'an de dîsa were nirxandin.  
 
6 CARAN BIRYARA ‘BAŞHALIYÊ’
 
Di raporên berê yên di der barê Arkaş de biryara “Başhaliyê” hatibû dayîn. Di 1’ê Cotmeha 2021’an, di 31’ê Adara 2022’yan, di 7’ê Kanûna 2022’yan, di 13’ê Nîsana 2023’yan û di 4’ê Cotmeha 2023’an de di hemû raporên çavdêrî û nirxandinê de der barê Arkaş de “Başhalî” hatibû diyarkirin. Di vê biryarê de rexmê 6 caran biryara “Başhaliyê” jî tehliyeya wî hate astenkirin. 
 
ÇETÎN ARKAŞ KÎ YE?
 
Di sala 1992’yan de li Ispartayê hate girtin û piştre li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin. DGM'ê, bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" biryara cezayê muebbedê lê birî. Çetîn Arkaş, di “pêvajoya çareseriyê” de, di 15’ê Adara 2015’an de ji bo “erka sekreteryaayê” sewqî Girtîgeha Tîpa F a bi  Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hate kirin. Arkaş, li vê girtîgehê 9 meh û 10 rojan ma û piştre di 16’ê Kanûna 2015’an de sewqî Girtîgeha Sîlîvriye hate kirin. 
 
MA / Dîren Yurtsever