Ji ÎHD'ê hevdîtina 'Rêya diçe aştiyê': Dê malbatên leşker û PKK’îyan bînin ba hev

  • rojane
  • 11:49 19 Hezîran 2025
  • |

AMED - Şaxa ÎHD a Amedê, ji bo anîna cem hev a malbatên leşkeran û PKK'iyan dê civînekê li dar bixe. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz, diyar kir ku dê li gorî encamên civînê nexşerêyekê derxînin.

Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd, hêviyên der barê çareseriiya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk geş bûn. Dê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di 21-22’yê Hezîranê de di vê çarçoveyê de civînek ji bo hevdîtina malbatên leşker û PKK’îyên jiyana xwe ji dest dane pêk bîne. Dê civîn li otêleke li Amedê bi sernava “Rêya diçe aştiyê: Bîr û Edaletê” bê lidarxistin û du rojan bidome. Di roja yekemîn a civînê de dê li mexdûrên her du aliyan bê guhdarkirin û roja duyemîn de jî têklidarê erka ÎHD'ê ya di aştiya civakî de dê nîqaş bên kirin û nexşerê bê çêkirin. 
 
Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku geşedanên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de gelek civîn, komxebat û bang pêk anîna û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk em ê di 21-22 Hezîranê de civînek li dar bixin. Nexasim em dixwazin di 21’ê Hezîranê de malbatên her du aliyên ku jiyana xwe di şer de winda kirine guhdar bikin.”
 
‘EM Ê PLANSAZIYA NEXŞERÊ ÇÊKIN’
 
Der barê civînê de Yilmaz wiha axivî: “Ji bo civînê me saziyên civakî, akademîsyen û rojnameger vexwend. Em ê li wan guhdar bikin. Em ê ji wan pêvajoya aştiyê, bandora wê li ser wan çawa ye û hestên wan guhdar bikin. Roja duyemîn de jî bi saziyên civakî re em ê ji bo pêşerojê plansaziya nexşerê amade bikin. Em ê nirxandinên xwe bi partiyên li Meclisê re û hemêu saziyên demokratîk re parve bikin.” Yilmaz, qala binpêkirinên li Kurdistanê kir û wiha pê de çû: “Aliyên li Tirkiyê welatiyên mexdûr ên malbatên leşker û polîsên ku jiyana xwe ji dest dane hene. A girîng di vê civînê de hestên aliyên mexdûran e. Li gorî me ev qonexeke girîng e ji bo pêşketina aştiya civakî.”
 
‘PÊDIVÎ BI XEBATÊN WIHA HEYE’
 
Yilmaz, diyar kir ku ji bo aştiyek mayînde divê pêvajoya şer berfirahî bê nîqaşkirin û ji bo vê yekê hikûmet, partiyên siyasî û saziyên civakî xwedî berpirsiyar in. Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mirovên ku ji ber şer zarokên xwe, azadiya xwe û karê xwe ji dest dane û rexmê vê jî ji bo serketina pêvajoyê piştgirî didin, ev yek ji bo aştiyek mayînde pir girîng e.”
 
‘DIVÊ KESÊN XWEDÎ ÊŞ BIKARIBIN BI HEVRE BIAXIVIN’
 
Yilmaz, bal kişand li ser aştiya civakî û axaftina xwe wiha domand: “Mijara herî girîng ev e ku kesên heman êş kişandî bên ba hev û biaxivin. Êş hevpar e lê du alî ji hevudin dûr in. Li gorî fikra me divê saziyên civakî yên li Tirkiyeyê li Egeyê, li Behra Reş, li Behra Spî, Anatoliyeya Navîn xebatên wiha bikin.”
 
XEBATÊN ÎHD'Ê YÊN AŞTIYÊ
 
Yilmaz, diyar kir ku xebatên ÎHD ên herî girîng ji bo aştiyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ÎHD, ji bo pêşerojê xwedî bername û nexşerê ye. Dê li ser binpêkirinên li ser Kurdan ên li Tirkiyeyê bixebite. Me li ser vê mijarê gotina xwe û fikrên xwe ji aliyên têkildar re parve kirî û em ê berdewam bin.”
 
MA/ Rûkiye Payîz Adiguzel