Husunbeyî: Li dijî şerê li Rojhilata Navîn aştiya navxweyî girîng e

  • rojane
  • 13:52 19 Hezîran 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Serokê Meclisa Penaberan a Konseya Bajar a Konakê Mete Husunbeyî diyar kir ku şer rê li ber koçberî û nîjadperestiyê vedikin û got: “Di van şerên Rojhilata Navîn de ji bo pêvajoya aştiyê em tevek divê tişta ji dest tê bikin.” 

 
Neteweyên Yekbûyî (NY) bi boneya 50’emîn sala Peymana Penaberan a 1951’ê, di 2001’ê de 20’ê Hezîran weke Roja Penaberan a Cîhanê ragihand. Bi vê yekê tê xwestin balê bikişînin ser rewşa penaberan. Penaber, hem ji neçarî ji warên xwe dibin hem jî cihên diçinê rastî binpêkirin û zehmetiyên mezin tên. Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’ê (UNCHR), hejmara penaberan di sala 2024’an de rekor derbas kir û derket 123 milyon û 200 hezar kesan. Li, gorî daneyan, di sala 2024’an de 9 milyon û 800 hezar kes vegeriyan welatên xwe. Li gorî UNHCR'ê, piştî hilweşîna rejîma Baasê 2 milyon Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe. Li gorî UNCHR’ê, sedema sereke ya penaberiya li Sudan, Myanmar û Ûkraynayê jî şer e. Şerê Îran û Îsraîlê jî gefê li gelên Rojhilata Navîn dixwe. 
 
Serokê Meclisa Penaberan a Konseya Bajar a Konakê Mete Husunbeyî têkildarî pirsgirêkên penaberan û geşedanên li herêmê nirxand. Husunbeyî, got ku Îzmîr ji bo penaberan weke bajarê transît e lê piştî Sûriyeyê êdî mayinde lê mane. Husunbeyî, got ku wan ji bo penaberan xebat meşandine û lê ji ber sorkirina hinek partiyên siyasî, dijbertiya penaberan zêde dibe. Husunbeyî, diyar kir ku ev cihêkarî veguherî nîjadperestiyê. Husunbeyî, îdiaya ku penaber bûne sedema bêkariyê raset nîne û daneyên TUÎK’ê nîşan da. Husunbeyî, destnîşan kir ku heke penaber nexebitin dê hilberîn kêm bibe û divê penaber weke hêza kar a erzan neyên dîtin. 
 
DIVÊ QADÊN HEVPAR ÊN JIYANÊ BÊN AVAKIRIN   
 
Husunbeyî, da zanîn ku ji ber şer bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûne û got ku dema li Sûriyeyê welatekî demokratîk û qadên hevpar ên jiyanê hatin avakirin û rewşa baş bû, penaberên dixwazin vegerin dikarin biçin. Husunbeyî, wiha domand: “Lê bi kesên dixwazin li vir bimînin û demekî dirêj e li vir in re jî divê em bi hev re bijîn. Divê di hemû têkiliyên hilberînê de em bi hev re bin.” 
 
'TIRKIYEYA AŞTIYA NAVXWEYÎ PÊK ANÎ DÊ LI HERÊMÊ BIBANDOR BE’  
 
Husunbeyî, şerê Îsral-Filistinê û Îsraîl-Îranê bi bîr xist û got ku qadên jiyanê hatine tunekirin. Husunbeyî, got ku gelek dewlet vê rewşê tenê temaşe dikin û got: “Bi hatina Trump re mafên penaberên Amerîkayê hatin xespkirin. Li rexa din jî pevçûn zêde dibin. Divê neyê jibîrkirin ku sedema koçberiyê, polîtîkayên dewletan e. Em ji bo her devera dinyayê daxwaza aştiyê dikin. Em geşedanên dawî yên li welat dişopînin. Tirkiyeyeke ku aştiya xwe ya navxweyî pêk anî, dayik lê nagirîn û koçberî lê nabe, dê ji bo tevahiya herêmê gelek sûdewer be. Ji bo pêvajoya aştiyê divê em tevek tişta ji dest tê bikin. Ji ber hewlanên bo vê pêvajoyê, ez minetdarê hevalê xwe yê polê Sirri Sureyya Onder im. Tirkiyeya aştiya navxweyî pêk anî dê li herêmê bibandor be.” 
 
MA / Ugurcan Boztaş