Di doza rojnameger Şahîn de dê mutalaa bê amadekirin

  • rojane
  • 14:58 19 Hezîran 2025
  • |
img
AMED - Danişîna doza rojnameger Mehmet Şahîn ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, ji bo amadekirina mutalaayê hat taloqkirin. 
 
Danişîna 3’yemîn a doza rojnameger Mehmet Şahîn ku ji ber daxuyanî û çalakiyan, hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan û bernameyên TV’an der heqê wî de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. 
 
Şahîn tev li danişînê nebû lê parêzerê wî Resûl Tamûr amade bû. 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan, dozger xwest ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji wan re bê şandin. Parêzer Resûl Temûr jî xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û dem xwest. 
 
Şandeya dadgehê biryar da ku ji bo doz venemîna dev ji daxwaza guhdarîkirina şahidê nepen “Ulaş” berdane û ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin. Danişîna dozê taloqî 23’yê Îlonê hate kirin.