Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin

  • rojane
  • 13:12 6 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kirine. Van koman, mizgeft, dibistan û nexweşxane veguherandine cihên leşkerî. 

 
Hêzên Tehrîr El Şamê (HTŞ) yên girêdayî Ehmed El Şara, binpêkirina peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şara de hatiye îmzekirin, didomînin. Di vê çarçoveyê de taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê hedef tên girtin. Nêzî 50 hezar malbat (500 hezar kes) li van her du taxan dijîn. Ji 7 rêyên sereke yê ber bi van taxan ve diçin 3 jê ji hêla van komên çete ve bi berîqetan hatine girtin û tax hatine dorpêçkirin. 
 
Hat diyarkirin ku hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî bi droneyan ser taxan keşfê dikin û welatiyan direvînin. Xaçerêya El Yerîmûkê û Xaçerêya El Cindolê, Rêya Hedîqayê, Xaçerêya El Şîhanê, Rêya Telîa Eşrefiyeyê, Rêya El Awarid û Rêya El Cezîrayê van taxan girêdayî Helebê dikin. Lêbelê hêzên rejîmê çendek roj berê çendek roj berê Rêya Yerîmûkê ya li rojavayê Taxa Şêxmeqsûdê û Xaçerêya El Cindolê ya li bakurê her du taxan û Rêya Nadiya El Celayê girtin. 
 
‘DIXWAZIN ME BÊNEFES BIHÊLIN’
 
Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo, têkildarî rewşa dawî ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got: “Rêveberiya Şamê hewl dide me bênefes bihêle. Tişta niha tê kirin û ya Tugaya 4’an a rejîma Basê dikirin heman tiştin.”  
 
MIROV TÊN QETILKIRIN, DEST DANIN SER AVAHIYAN 
 
Şêxo, da zanîn ku li taxên din ên Helebê jî rageşî û pirsgirêkên mezin ên ewlehiyê hene û got: “Dest danin ser malên welatiyan, diziyê dikin û her roj mirov tên qetilkirin. Dixwazin heman tiştan li taxên me jî bikin. Zextên leşkerî û siyasî yekser bandorê li jiyana rojane dikin. Her çi dibe bila bibe her du tax teslîm nabin. Ji bo çareseriya pirsgirêkê hevdîtinên me berdewam in.” 
 
Hevseroka Meclisa giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman jî got: “Di kirina xizmetên sereke yên jiyanî û civakî de pirsgirêk tên jiyîn. Ya herî girîng jî nahêlin mazot derbas bibe. Pêşiya me zivistan e û nexweş, kal û zarok hene. Heke nehêlin mazot derbas bibe dê di zivistanê de krîza ceyran û xwegermkirinê were jiyîn.” 
 
Endamê Komîteya Sotemeniyê Mihemed Îbîş jî agahî da ANHA’yê û got ku beriya ambargoyê 7 hezar malbatan karîn ji bo sobeyê mazotê peyda bikin lê niha ji ber ambargoyê 42 hezar malbat nikarin mazotê peyda bikin.