WAN - Baroya Wanê, der heqê platforma Trendyol a ku tîşortên bi ‘Torosa Spî’ difirot de serlêdana sûc kir.
Baroya Wanê, têkildarî platforma Trendyolê ku tîşortên bi wêneyê “Torosa Spî” difrot serlêdana sûc kir. Baroyê destnîşan kir ku bi firotina van tîşortan re sûcên “pesnê sûc û sûcdar dide” û “gel sewqî kîn û dijminatiyê dike” hatiye kirin.
Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: "Torosa Spî di salên 1990’î de li bajarên Kurdan bûye sembola kuştinên kiryarnediyar, windakirinên bi darê zorê. Ev sembol bi gotina 'Hezkiriyên Torosê' ve bazirganiya wê tê kirin û tê wateya pesindayîna sûcan." Herwiha Baroyê destnîşan kir ku ev ne tenê warê exlaqî de di warê hiqûqî de jî binpêkirinan îfade dike û wiha hate gotin: "Divê ev rewşa bêcezakirinê ku mexdûran travmatîze dike û wijdana civakê aciz dike bi dawî bibe.”