Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin

  • rojane
  • 14:00 6 Cotmeh 2025
  • |
img

ANTALYA - Girtiyê nexweş Abdullah Guven ku di dema tedawiyê de kelemçekirina destên wî lê hat ferzkirin, ev sepan red kir. Guven, bêyî were tedawîkirin dîsa vegerandin girtîgehê.  

 
Rewşa girtiyê nexweş Abdullah Guven (47) ê ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin, her roj girantir dibe. Guven ê ku di 18’ê Cotmeha 1997’an de li Erziromê hate binçavkirin û cezayê muebbedê lê hate birîn, ji ber nexweşiya mîdeyê xwînê vedireşe. Rexmê giraniya nexweşiya wî mafê Guven ê tedawiyê tê astengkirin. Hate diyarkirin ku ji ber rêya dûr, malbata Guven a ku li Erziromê dijî nikare biçe serdanê wî. 
 
Guven ê ku di 5’ê Îlona 2025’an de li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Antalyayê ji aliyê pisporê gastroentrolojiyê ve dihate tedawîkirin, di 17’ê Îlona 2025’an de ji bo endoskopiyê randevû da Guven. Lêbelê roja ku Guven diçe nexweşxaneyê, lê hate ferzkirin ku destên wî kelemçe bikin. Guven ê ku ev zext red kir, nehate tedawîkirin û ji bo careke din nexweşxaneyê randevû neda wî.