Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
- rojane
- 19:11 21
Piştî komîsyona meclisê biryara hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re da, dê şande serê hefteyê biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike.
Piştî komîsyona meclisê biryara hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re da, dê şande serê hefteyê biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakırhan, gotin: "Serdana Îmraliyê ya ku wê çêbibe, wê bibe gaveke dîrokî ya ji bo bidawîkirina mayînde ya êşên bi dehan salan hatine jiyîn û ji bo misogerkirina lihevkirina civakî."
Bi dengdayîna li meclisê biryara çûna komîsyonê ya Îmraliyê hat dayîn. Lê ji ber ku CHP'ê nehişt endamên wê daxilî vê bibin, ev biryar bû cihê bertekan.
Komîsyona ku di çarçoveya çareseriya pirgirêka Kurd de li Meclisê hat damezirandin, ji bo hevdîtna bi Abdullah Ocalan re biryara çûyîna Îmraliyê da.
Komîsyona Meclisê di dengdayînê de biryar da ku şandeyek biçe serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di komîsyonê de dengdana ji bo serdana Îmraliyê dest pê kir.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin diyar kir ku biryara neçûna serdana Îmraliyê ya CHP’ê dê hem ji bo wê hem jî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke û got diviyabû CHP’ê ji rabûrdiya xwe ders bigirta.
Rêveberê KATDER’ê Mehmet Çîçek ê ku li Rihayê weke Apê Mele dihat naskirin û wefat kir, li Pirsûsê hate definkirin.
Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên zarokan aşkera kir. Li gorî raporê, di nava salekê de herî kêm 192 binpêkirinên mafan hatin kirin.
Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Dayika Kaymaz, Makbula Kaymazê got: “Kurê min ger bijiya dê 33 salî bûya.”
Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, diyar kir ku ji bo mafên neteweyî û di mijara demokratîkbûnê de dixwazin bi Şamê re lihev bikin. Îlham Ehmedê ji bo Tirkiyeyê jî got: “Pêdivî bi zîhniyeteke nû heye. Berjewendiyên hevpar hene.”
Parêzer Erdal Kuzu, diyar kir ku doza Ugur Kaymaz veguheriye dozek binpêkirinan û got: “Ger pêvajo bi ser bikeve divê ji bo bicîanîna daxwazên kesên bi binpêkirinan re rû bi rû mane mekanîzmayên nû bên afirandin.”
Hevserokê Çukurova GOÇ-DER'ê Mehmet Alî Oral diyar kir ku heta cerdevanî, deverên mayinkirî û qedxeyên li ser mêrgn neyên rakirin, pêvajo pêş nakeve û got: "Sê milyon kes ji bo vegera li gundên xwe li benda çareseriyê ne."
Ji qurbaniyên Komkujiya Helebceyê yên ku di çarçoveya projeya "Gundbajar" a li Mûşê hat çêkirin û paşê veguherîn kampan çar salan man, tenê gorên wan man. Niha xelkê Mûşê xwedî li van goran derdikeve.