‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
- rojane
- 17:04 15/8
Rêxistinên maf û hiqûqê anîn ziman ku rewşa girtî Rezzan Şengul û Vedat Dogan ên di greva birçîbûnê de ne, her ku diçe girantir dibe û xwestin daxwazên girtiyan werin qebûlkirin.
Rêxistinên maf û hiqûqê anîn ziman ku rewşa girtî Rezzan Şengul û Vedat Dogan ên di greva birçîbûnê de ne, her ku diçe girantir dibe û xwestin daxwazên girtiyan werin qebûlkirin.
Girtiyekî di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê de tê ragirtin destnîşan kir ku midûrê girtîgehê, sergardiyan û derûnnas gefa mirinê lê xwariyê. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî daxuyand ku li girtiyekî di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîfa F ya Kocaeliyê de tê ragirtin xistine.
Hevşaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît ê ji DEM Partiyê hatiye hilbijartin, ji partiya xwe îstîfa kir û tev li AKP’ê bû. Endamê Meclisa Şaredariyê yê AKP’î yê rêza duyem Abdulkadîr Kurt bertek nîşanî qebûlkirina serlêdana Hevşaredarê Bêrecûkê Begît da û ji partiya xwe îstîfa kir.
Rejîma Îranê li girtîgeha Qizilxîsarê 4 girtiyan din bi darve kir.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 41 meh in tu agahî jê nayên girtin, serlêdan kir.
Li hin bajaran di serdagirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku hewcedariya hemû Rojhilata Navîn bi agirbestê heye û got: “Rêveberiya demokratîk a Rojava ji bo hemû gelên Rojhilata navîn mînakek şênber e.”
Dîrokzan û rewşenbîrê kurd Tarik Ziya Ekîncî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Serêkaniyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin.
Berdana Soydan Akay ê 31 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Marmarayê de ye, bi hinceta "ragihandina rêxistinî dike" cara sêyan 6 mehên din hat taloqkirin.
Girtiya nexweş a penceşêra qirikê Şehrîban Mîmkara ev 5 meh in nabin kontrola nexweşxaneyê. Parêzer gul Fehîme Bînîcî destnîşan kir ku penceşer belav dibe û diyar kir tişta tê kirin sepanekî keyfî ye.
Li 4 hunermendên ku di dawetê de stranên kurdî gotin bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Welatiyê bi navê Osman Karabacak ê li navçeya Erxeniyê dijî, li ser CÎMER’ê giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir.
Li Dîgorê 6 jê zarok 17 welatiyên ku di komkujiyek ji aliyê leşkeran ve hatibû kirin, di salvegera 31’emîn de hatin bibîranîn.